
Desteya Karûbarên Civakî bi hevkariya komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-Demokratîk) a navçeya Şêrawa ya herêma Efrînê, doh ji zarokên kampa Rûbar re dibistanek vekir.
Vekirina dibistanê bi merasîmeke ku bi dehan zarok, mamosteyên KPC-Demokratîk, endamên Desteya Karûbarên Civakî, rêveberiya kampa Rûbar û her wiha koçberên kampê amade bûn, pêk hat.
Ji ber topbarana artêşa Tirk
dereng vebû
Di merasîmê de, Endamê Buroya Karûbarên Koçberan Şiyar Mehmûd axivî û egera derengmayîna vekirina dibistanê anî ziman û got: ”Ji ber topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, dibistan dereng hate vekirin. Vekirina dibistanê ji bo zarokên kampê gaveke gelek giring e. Mebest daku zarok ji perwerde û fêrkirinê qut nebin.”
Şiyar di axaftina xwe de bang li hemû rêxistinên mafên mirovan kir ku destekê bidin zarokên kampê û pêwîstiyên dibistanan ji bo zarokan, pêşkêş bikin.
Dibistana ku li kampa Rûbar hate vekirin, ji du konan pêk tê, di hundirê konan de 20 mase hene. Heta niha 50 şagirtên asta seretayî navên xwe di dibistanê de qeyd kirine. Her wiha 5 mamoste jî wê perwerdê bidin zarokan. Dibistan wê ji saet 9:00 heta 13:00 vekirîbe.
EFRÎN