‘Ez li vir im’

Karê serjimariyê di bin navê ‘Ez li vir im’ de tê meşandin. Di vê çarçoveyê de, serjimarî vê sibehê li bajarê Dêrikê û herêmên Berav û Koçerata yên Kantona Cizîrê destpê kirin. Serjimarî ji aliyê mamosteyên Desteya Perwerdeyê û endamên komînan û meclîsan ve tê kirin. Serjimarî li taxên: Taxa Sor, Bawiliyê, Sekniyê, Taxa Şehîd Xebat û Bazarê yên Dêrikê destpê kir. Ji bo ku serjimarî bi rengekî baş û giştî pêk were, tevgêra li wan bajaran hatiye rawestandin. Di çarçoveya projeya ‘Ez li vir im’ de, li Girkê Legê, Rimêlan, Çilaxa, Til Koçer, Tirbespiyê û Til Hemîsê jî serjimarî destpê kir.