Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a Kantona Efrînê ya herêma Efrînê hezar û 460 daxwaznameyên bernamzetên hevserokên komînan qebûl kir.

Hevserokatiya Komîseriya Bilind a hilbijartinan a Kantona Efrînê bi biryara hejmar 2, navên daxwaznameyên bernamzetên hevserokên komînan û yên nehatine qebûlkirin li Kantona Efrînê, ragihand.

Hevseroka Komîseriya Bilind a hilbijartinan a Kantona Efrînê ya herêma Efrînê Nesrîn EL-Ebîd li navenda Komîseriya Bilind daxuyanî xwend.

Nesrîn EL-Ebîd got, “Li gorî biryara hejmara 2 û piştî xwendina daxwaznameyên bernamzetan ku ji aliyê Komîseriya Bilind a hilbijartinan, îro ( 11-9-2017) navên kesên ji bo hevserokên komînan hatine qebûlkirin, eşkere bûn.”

Li gorî daxuyaniyê daneyên li ser bernamzetan ev in:

* Hejmara giştî ya bernamzetan 1460

*  Hejmara kesên namzetiya xwe kişandine 14

* Hejmara kesên nehatin qebûlkirin 6

* Hejmara kesên ku qebûl bûn 1440

Navên ku hatine qebûlkirin di tabloya rêklaman a buroya Komîseriyê ya li navend û navçeyan hatiye ragihandin.


Rêjeyên namzetan

Nesrîn EL-Ebîd ji bo hejmara namzetên jin û mêr ku ji bo hevserokên komînan li herêm û navçeyên Kantona Efrînê hatine qebûlkirin jî ev agahiyên li jêr dan:

Li navenda Efrînê  ji 303 namzetan 156 mêr in, 148 jin in; li navçeya wê Racoyê ji 276 namzetan 167 mêr in, 109 jin in; li navçeya Cindirêsê ji 221 namzetan 127 mêr in, 94 jin in; li Mabata ji 181 namzetan 99 mêr in, 82 jin in; li Şera ji 124 namzetan 69 mêr in û 55 jin in. 


 ANHA / EFRÎN




Kartên hilbijartinên tên belavkirin


Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a Herêma Firatê dest bi belavkirina kartên hilbijartinan kir. Li katnona Kobanê di 2 rojan de 2 hezar kartên hilbijartinan hatin belavkirin. Komîseriya Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Herêma Firatê 9ʹê Îlonê dest bi belavkirina kartên hilbijartinê kir. Komîseriyê da zanîn ku 200 hezar kartên hilbijartinê amade ne û ew dê li şêniyên kantonên Girê Spî û Kobanê werin belavkirin. Li navenda bajarê Kobanê komîteyên Komseriyê bi alîkariya mamosteyan dest bi belavkirina kartên hilbijartinan kirin. Belavkirina kartan ji taxa Şehîd Xebat destpê kir û heta Taxa Şehîd Fîras û Şehîd Yihya dewam kir. Doh jî belavkirina kartan li taxa Botan a rojhilat û Rojava, her wiha taxa Şehîd Kawa jî dewam kir. 5 komîte li ser xebatên belavkirinê ya kantona Kobanê desekinin.

Hevserokê Komîseriya Bilind a Hilbijartinan li herêma Firatê, Şahîn Elî got, heta niha wan zêdeyî 2 hezar û 50 kartên hilbijartinê belav kiriye û got, ew ê xebatên belavkirina kartan bidomînin. 


 KOBANÊ