Ciwanê bi navê Barzan Hemze ku bixwe xelkê gundê Paşkotelî got ku her heftiyê de çar rojan tên çiyayên Karox û Qendîl û got: “Pincarên ku em kom dikin, dibin difroşin û bi vî awayî debara jiyana xwe dikin.” Jina bi navê Kaban Hisên jî yek ji wan kesane ku her sal ji bo berhevkirina pincaran diçe çiyayê Karox û Qendîlê û wiha axivî: “Di demsala buharê de hema em piraniya rojan tên çiyan. Pincarên wek Kengir, Soryaz, Korad û hwd. em berhev dikin û dibin difroşin. Derveyî firotinê em beşa xwe jî jê digirin û ji bo zivistanê hildigrin.”

Serhed Xidir yek ji wan ciwanane ku serê sibê zû radibe û berê xwe dide çiyayên Karox û Qendîlê. Xidir ku salan vî karî bi hezkirinek mezin dike, dibêje: “Li gel ku her roj balafirên artêşa Tirk herêmê bombardûman dike lê em her roj têne van çiyan. Jiyana me li ser komkirina van gihayan e. Car heye em ji ber bombardûmanê nikarin bi hêsanî werin û pincaran berhev bikin.”