Li Karoxê çi diqewime?
Nivîskara quncikê ya rojnameya me Gulîstan Çiya Îke gotareke bi sernivîsa “Pêşmergebirina Karoxê bi tehlûke ye” nivîsî. Gotar dirêj e, û dibe ku hinek detayên wê bal nekişandibin. Di nava nivîsê de gelek nuqteyên girîng hene.
Li gorî nivîsê, li herêma Karoxê ya di kontrola YNK'ê de PDK pêşmergeyên xwe bi cih dike û bi vî awayî jî dor li gerîllayên HPG'ê digire.
Tê bi bîr xistin ku PDK'ê sala 2018'an jî li derdora Xakûrkê, Xinêrê û Lolanê pêşmerge bi cih kirine, û bi vê re dewleta Tirk dest bi hewldanên xwe yên dagirkerî û êrişan kiriye.
Bi qasî ku xuya dike, PDK jî di çarçoveya pîlanê dewleta Tirk ên tesfiyekirina hêzên gerîla de tevdigere. Ji ber ku wezîrê karê derve yê dewleta Tirk jî beriya bi çendekê dabû xuyakirin ku çi dibe bila bibe, ew ê hêzên gerîla tesfiye bikin.
Dîsa di nivîsê de agahî hene ku li ser vê mijarê di navbera PDK û rayedarên HPG'ê de hevdîtin û danûstendin hene. Lê wer xuya ye ku PDK di vê de israr bike, heye ku şerê germ ê di navbera Kurdan de demeke dirêje neqewimiye, pêk bê.
Tevgera PDK'ê ya li hemberî Şengal û Mexmûrê jî di di nivîsê de têne destnîşankirin û rêveberiya Başûrê Kurdistanê tê hişyarkirin û tê gotin, eger hêzên gerîla bêne tesfiyekirin, PDK û YNK jî di navê de Kurd hemû wê zirareke mezin bibînin û belkî careke din vegera ji vê xisar û zirarê nebe. NAVENDA NÛÇEYAN