Bi sedan kesên li rexmî astengî û qedexeyên leşkeran çûne Çiyayê Kato û di bin balefirên şer de li cenazeyên gerîlayan geriyan. Gerîlayên HPG’ê yên li herêmê jî diyarkirin ku, cenaze li gel wanin û agahiya li herêma posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK’ê bên cikilandin dikarin cenazeyan ji wir wergirin, dan gel.
Li ser vê yekê roja 11’ê Îlonê bi sedan Kurdistaniyên li Mêrgasotî, Germavûka, Meydanzengil û zozanên Fereşînê yên li quntarên Çiyayê Kato ji 7 salî heyeta 70 salî herikîn Zozana Laleş. Gerîlayên HPG’ê li derdora demjimêrên 12.00’an de li ser zinarên asê yên beramberî Zozanên Laleşê posterên Ocalan û alên PKK’ê vekirin. Bi vekirina poster û alan re bi sedan kes, li ser wan zinarên asê re derbazbûn û xwe gihandin herêma pevçûnê. Şopên xwînê, mixferên kunbûyî, cilên bixwîn, enjektor, serum, telefon, batarya, kartên banka, kartên kredî yên aydê leşkeran û bi dehan mermiyên aydê çekên hatine bikaranîn û bihezaran qalkên mermiyan hatin dîtin.

Silogan bilind bûn

Elkiyan bi darbestan cenazeyên 7 gêrîlayên HPG’ê bisloganên “Şehîd Namirin” anîn Zozana Laleş. Darbesta 2 gêrîlayên jin ji aliyê jinan ve hate hilgirtin. Piştî ku cenazeyên gêrîlayan anîn Zozana Laleş ya 2 km dûrî navçeyê, 6 gêrîlayên HPG’ê hatin zozanê û gelê xwedî li cenazeyan derketin silav kirin. Piştre ji bo gêrîlayên jiyana xwe ji dest dane merasima leşkerî hate lidarxistin. Merasima ku bi rêzgirtinê destpêkir 21 gule hatin avêtin. Piştî rêzgirtinê sloganên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd Namirin” li Zozanên Laleşê vedan.

Fermandarê gerîla agahî dan
Fermandarê koma gêrîlayan yê tevlî merasima leşkerî bû, di derbarê encamên pevçûnên li Katoyê agahî dane gel. Piştî agahdarkirinê Kurdistaniyên ku cenaze girtin, bi çepik, tîlîlî û guleyên ku gêrîlayan avêtin re ber bi Elkê ketin rê. Duh rêya karwana cenaze ya gihişte navçeyê ji aliyê Fermandariya Tûgaya Cendirmeyan ve hatibû girtin û leşkeran dest danî bû ser cenazeyan. Dema ku gel ev pêkanîn protesto kir bi demjimêran li navçeyê guleyên rastîn û bombeyên gazê hatin bikaranîn, cenazeyên 7 gêrîlayên HPG’ê teslîmî dozgeriyê kirin. Ji bo otopsiya cenazeyan gêrîlayan şandin Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê. 

Cenaze şandin Meletiyê

Dozgerê Komarê yê Elkê, cenazeyên 7 endamên HPG’ê yên di şerê li çiyayê Kato de jiyana xwe ji dest dan û malbatan çûn ji çiyê daxistin xwar, ji bo otopsiyê bi helîkoptere şandin Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê. 2 roj berê bi sedan kesan li gel bombebarana helikopter û balafirên şer çûn li çiyayê Katoyê cenazeyên 7 endamên HPG’ê kom kirin û îro serê sibê anîn Elkê. Malbatan piştî cenaze daxistin navçeya Elkê teslîmî dozgeriya komarê kirin û dozgeriyê jî cenaze bi helîkopterê şandin Meletiyê. 

ŞIRNEX