Li Pirtûkxaneya Giştî ya Kelarê duh bi dirûşmeya ‘Azadiya Rêber Apo, sembola serkeftin û yekîtiya neteweyî ye’ semînerek bi mebesta şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate lidarxistin. Endamê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Xebat Hewlêrî di semînerê de axivî û got: “Dawiya sala sedsala 20’an ji bo me bi pîlanan dest pê kir û bi wî rengî jî bi dawî bû. Ewên ku li dijî Rêber Apo komplo pêk anîn wisa dizanin ku wê bi dîlgirtina Rêber Apo re tevgera wî wê dawî bibe. Lê hesab nedikirin ku wê tevgera Rêber Apo berfireh bibe û wê li hemû cihanê belav bibe.”

 Gel li PKK’ê xwedî derket

Hewlêrî anî ziman ku dema Ocalan ji Sûriyê derket du rê li pêşiyê bûn û got: “Yan wê bihata çiya û bûba fermandarê gerîla, yan jî divê çûba Ewrupa û li pey çareseriya pirsgirêka Kurd bigeriya. Rêber Apo dikarî bê çiya, lê wisan pêwîst dît ku pirsgirêka Kurd bi rêya diyalog û guftûgoyan were çareser kirin. Ji ber ku çareserkirina pirsgirêka Kurd gelek komployan pûç dike. Di dema dîlgirina Rêber Apo de her kes daket qadan, ew xwedî derketina li Rêber Apo, nexwedîderketina li şexsekî bû, xwedî derketina li tevgera bi navê PKK’ê bû.”

 PKK li dij terorîstiyê ye

Hewlêrî di berdewama axaftina xwe de wiha axivî: “Îro navê tevgera azadîxwaza gelê Kurdistanê ango PKK’ê xistine nava lîsteya terorê, ev yek helwesteke siyasî ye û peywendiyê wê bi berjewendiyên aborî û hêzên navneteweyî ve hene. PKK ne rêxistineke terorîst e. Ew bixwe li dijî terorîstên weke DAIŞ’ê ye. Ev yek jî bû sedem ku li Şengal û Kobanê DAIŞ bin bikeve.”

Hewlêrî bal kişand ser hewldanên lidarxistina kongreya neteweyî û got: “Yekane rêya çareserkirina pirsgirêka Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê  kongreya neteweyî ye. Li darxistina kongreya neteweyî gelek girîng e. Li Başûrê Kurdistanê hemû alî ligel lidarxistina kongreya netewî ne, ji xeynî PDK’ê ya ji ber berjewendiyên aborî yên ligel dijminên gelê Kurd dewlata Tirk.”


HEWRÊ KIRÊKAR / ROJNEWS / KELAR