Wênesaz Şirîhan Yûnis têkildarî pêşangeha xwe axivî û got, “Bi alîkariya Rêveberiya Giştî ya Rewşenbîr û Hunerî ya Germiyan û Mala Şêwekaran pêşengeha wêneyên min vekir. Di pêşengehê de 15 tablo hatine nîşan kirin. Tabloyên min li ser mijareke taybet nînin. Her yekê mijarekê vedibêje. Tabloyên min zêdetir giştî ne û di tabloyên min de jin jî cih digrin.”


‘Min ji ti cihan alîkarî nestend‘

Wênesaz Şirîhan derbirî ku tişta ku wî xemgîn dike, ew e ku roj bi roj huner li herêma me paşve dihere. Ev yek jî cihê xemginiyê ye û weha peyivî: “Ji bo vekirina vê pêşangehê kesê bi pileya yekem alîkariya min nekiriye û min bi xwe karê wê bi rêvebiriye. Tenê ji bo cih, Rêveberiya Giştî ya Rewşenbîrî û Huneriya Germiyanê alîkariya min kiriye.”


HOŞMEND KURDÎ / ROJNEWS/GERMIYAN