Di pêşengehê de 11 şêwekarên ciwan berhemên xwe nîşan dan.
Şêwekarê ciwan ê bi berhemên xwe beşdarî pêşangeyê bûye Karwan Kamoran diyar kir ku bi dildarî li gel çend hevalên xwe ev pêşange vekirine û got: “Armanca vekirina me ya vê pêşangehê, ew e ku em girîngiyê bidin hûnerê şêwekariyê.”
Şêwekar Xeyal Ehmed jî diyar kir ku li Navevda Çalakiyên Ciwana salake li ser karê şêwekariyê dixebite û got ku cara yekeme beşdarî pêşangehekê dibe. Xeyal destnîşan kir ku armanca wan ya vekirina pêşangehê hunerên xwe ji civakê re parve bikine û xizmetkirina hunera Kurdî ye.
BERHEM LETÎF / ROJNEWS / KERKÛK