Pêr Rêvebera Têkoşîna Dijî Şideta Li Ser Jinan a Germiyan Lemie Mihemed ragihand ku wan li navçeya Kelar a ser bi Germiyan ve cenazeyê jinekê xeniqî dîtine. û got: “Li navçeya Kelar a ser bi Germiyan ve cenazeyê jineke bi navê (B.A.X.) bi awayek xeniqî hatiye dîtin. Ev sê sale ew jin zewiciye û bê zaroke. Li gorî lêkolînên despêkê û gotinên kesûkarên jinê, wê jinê xwe bi xwe xeniqandiye.” Lemie ragihand ku tîmên lêkolînê dema gîhaştinê cihê bûyerê dest bi lêkolînê kirine û got: “Li gorî biryara dadgehê ya lêkolînê biryara giritna mêrê wê jinê hatiye dayin. Ew ji li gorî yasaya 408 ya Iraqê hatiye girtin. Ew jin di sala 1992’an de ji dayikbûye û niştecihê taxa Şêrwane ya navçeya Kelara ser bi Germiyan e.” 


 GERMIYAN