Li Pirtûkxaneya Giştî ya navçeya Kelar a girêdayî Silêmaniyê ji aliyê Tevgera Hemwelatiyên Azad û Yeksan ve li ser peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan semînerek hate dayîn. Seminera binavê ‘Peyama Ocalan û Çareseriya Pirsgirêka Kurd’ bi tevlîbûna dehan rewşenbîr, xebatkar, siyasetmedar, akademisyen û nûnerên saziyên civakî ve bi deqeyek rêzgirtinê hate destpêkirin. Endamê Komîteya Şehîdan a PÇDK’ê Elî Heme Salih peyama Ocalan hate xwend. Piştî xwendina peyama Ocalan Berdevkê Tevgera Hemwelatiyên û Yeksan Azad Qadir axiftinek kir. Qadir di axafitina xwe de armanca semînerê, kurte dîroka Ocalan û PKK’ê, panoramaya dû salên derbasbûyî vegot. Herwiha ew guftûgo û nîqaşên heta niha li ser peyama Ocalan hatine kirin û pêngavên hatine avêtin û pêwîste bên avêtin jî ji aliyê Azad Qadir ve hatin rawe kirin.
Di semînerê de bal hate ser kişandin hate gotin kû pêwîste hemû alî ji dil nêzîkî pêvajoya aştiyê ya ji aliyê Ocalan ve hatiye destpêkirin bibin.
Di dawiya semînerê de bang li partiyên siyasî, rêkxistinên civaka sivîl, akademisyen, rewşenbîr, kesayetên serbixwe û biyatbet jî gelên Tirkiyeyê xwedî li vê pêvajoyê derkevin.
DÎHA/KELAR