Li bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê di 21’ê Cotmeha 2016’an de, di encama êrîşa berfireh a çeteyên DAIŞ’ê de nêzî sedan pêşmerge û welatiyan jiyana xwe ji dest dabûn. Ji bo 8 pêşmergeyên Kakayî yên ku di encama êrîşan de jiyana xwe ji dest dabûn di bîranîna li Salona Şehîd Şivan Talabanî ku li bajarê Kerkûkê ku ji aliyê Komeleya Yarsan ve hate lidarxistin hatin bîranîn.

Serokê Komeleya Yarsan di bîranînê de axifî û diyar kir ku Kakayî du caran şehîd ketine û wiha got: “Welatiyên Kakayî her demê ji bo xaka Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane. Şehîdên me ji bo parastina xaka Kerkûkê di encama êrîşên çeteyên DAIŞ’ê de şehîd ketin.” 


 KERKÛK