Hunermendên Kerkûkê dibêjin, di du salên dawî de li Kerkûkê tevgereke hunerî bi pêş dikeve û huner ji nû ve zindî dibe. Gel jî pêşwaziyê li vê bipêşketinê dike.
Li bajarê Kerkûkê ku ji ber hebûna pirr netewe, ol, bawerî û pêkhateyên cuda, weke Iraqa biçûk tê binavkirin, ev demek e ku gelek girîngî bi karê hunerê tê dayîn.
Hunermendê ji Kerkûkê Huner Şewqî diyar kir ku ev demek e ku li Kerkûkê çalakiyên hunerî zindî bûne û got; “Kerkûk careke din vedigere salên 1980 û 1990’î. Niha hejmarek hunermend çalak in û li Kerkûkê ezmûnên wan hene. Herwiha hejmarek ciwan jî bi navên cuda çalakiyên hunerî dikin.”
Huner Şewqî dibêje, tevgera hunerê bedew li Kerkûkê bi pêş ve diçe û wiha dipeyive; “Bi çandê em dikarin nasnameya xwe li bajêr bihêlin. Çi bi rêya şanoyê, çi jî bi muzik yan jî şêwekariyê. Cihê destxweşiyê ye ku niha ji bo huner tevgereke gelek xweşik li Kerkûkê heye.”
Karên nû dest pê dikin
Şêwekar Hur Omer jî da zanîn ku li Kerkûkê ev demek e ku ruh bi huner hatiye û got; “Em li peymangehan û navendan karên nû destpê bikin. Ji bo ku timî li Kerkûkê huner berhem bîne, bi rêya huner, zêdetir xizmeta Kerkûkê bikin.”
muzîsyen û Rêveberê Peymangeha Hunerên Bedew a Kerkûkê, Çalak Sidîq jî dibêje; “Weke hestkirin bi berpirsyariyê, di nava van du salan de bi taybetî ew kesên ku serwer in di warê şano, jî muzîk yan jî beşên din ango bi giştî rewşenbîr, me biryar daye ku karên cuda bikin. Karê me jî hêjayî xelkê Kerkûkê be. Li gorî min huner û hunermend malê her kesê ye. Lewma em erka li ser milê xwe dibînin li dora karên hunerî bicivin.”
ROJNEWS / KERKÛK