Dilşêr Hesekê: Di nava çend rojên li pêş me, çeteyên DAIŞ`ê wê têk biçin. Em bi baldarî li herêmê bi pêş ve diçin. DAIŞ sivîlan wek mertalên zindî bi kar tîne. Lê êdî dawiya wan hatiye û ti şensê wan nemaye.

DIYAR EHMO / HOGIR NECAR  / ANHA/ DÊRAZOR

Qonaxa dawî ya pêngava Bagera Cizîrê ya bi navê Şerê Tinekirina Terorê li dijî çeteyên DAIŞ`ê di baregehên wan ên dawî de li gundewarên rojhilatê Dêra Zorê didome. Şerê di navbera şervanên QSD`ê û çeteyên DAIŞ`ê de li bajarokê Baxozê didome.

Bajarokê Baxozê nuqteya dawî ya di bin dagirkeriya çeteyan de ye li Bakurê Sûriyê. Ev bajarok ji ber ku nêzî herêma sînorê Iraqê ye, ji DAIŞ`ê re xwedî cihekî stratejîk e.

Baxoz ji sedî 90 rizgar bû

Ji fermanarên QSD`ê Dilşêr Hesekê li ser rewşa dawî peyivî û got, piştî eniya bakur a Baxozê û hindek taxên nû rizgarkirin, niha jî ji sedî 90´ê Baxozê rizgar bûye.

Dilşêr destnîşan kir ku şerê di navbera şervanên QSD´ê û endamên çeteya DAIŞ`ê li herêma di bin dagirkeriya wê de, didome û bi temamî dor li endamên vê çeteyê hatiye girtin. hesekê wiha dewam kir: “Çeteyên DAIŞ`ê sivîlan ji xwe re wek derfet dibînin û xwe di nava wan de vedişêrin da ku xwe ji derbên şervanan biparêzin û diçin kampên ku li herêmê hatine avakirin.”

Şensê wan nemaye

Dilşêr di dawiyê de jî got, “Di nava çend rojên li pêş me de endamên çeteya DAIŞ`ê wê têk biçin. Em bi baldarî li herêmê bi pêş ve diçin, ji ber gelek sivîl hene û pirraniya wan malbatên endamên çeteya DAIŞ´ê ye. endamên çeteya DAIŞ`ê sivîlan wek mertalên zindî bi kar tînin. Lê êdî dawiya wan hatiye û ti şensê wan nemaye.”

Tenê 600–700 metre

Beriya bi çend rojan yek ji fermandarê pêngava Bagera Cizîrê Çiya Firat jî di daxuyaniyekê de ragihandibû ku çeteya DAIŞ`ê di aliyê eskerî de têk çûye û tenê 600 metre di 600-700´yî de di bin dagirkeriya wan de maye.

Firat her wiha destnîşan kiribû ku ew bi baldarî nuqteyên dawî rizgar dikin, ji ber ku çeteyên DAIŞ`ê sivîlan wek mertalên zindî bi kar tînin da ku li pêşiya pêşveçûnên şervanan bibin asteng.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku çeteyên DAIŞ`ê gelek mayîn li nava  bajarokê Baxozê danîne da ku li pêşiya şervanan bibin asteng û nehêlin bi pêş ve biçin.