Kirim yan jî bi navê xwe yê fermî Komara Kirimê, ku weke cihê herî aloz ê di navbera Ûkrayna û Rûsyayê tê nîşandan, di encama krîza rû da d li gorî çarçoveya hiqûqî ya navneteweyî, bi bajarê Sîvastopolê xwedî statuyeke taybet re di 11'ê Adara 2014'an de bi awayekî yekalî serxwebûna xwe ji Ûkraynayê îlan kir. Di referandûma 16'ê Adara 2014'an a li ser pêşeroja Kirimê de, Kirim bi awayekî fermî bi xaka Federasyona Rûsyayê ve hat girêdan.

 Li paytexta Komara Kirimê Sîmferopolê û yek ji bajarên ku hejmareke zêde ya Kurdan lê heye Cankoyê, ji bo avakirina Otonomiyên Neteweyî û Çandî yên Kurdan, hewldan hatin kirin. Kurdên li Kirimê, bi desteka Otonomiya Federal a Neteweyî û Çandî ya Kurdên li Rûsyayê, ji bo vekirina otonomiyên xwe di meha Adarê de civîna xwe ya destpêkê lidar xistin û dûre bi awayekî fermî serî li Wezareta Edaletê dan. Li dû kar û barên burokratîk ên sê mehan dewam kirin, Otonomiya Herêmî ya Neteweyî û Çandî ya Kurdan a Sîmferopol û Otonomiya Herêmî ya Neteweyî û Çandî ya Kurdan a Cankoyê bi awayekî fermî hatin qebûlkirin. 

Rêveberên Otonomiya Herêmî ya Neteweyî û Çandî ya Kurdên li Sîmferopolê, di civînên xwe yên destpêkê de, ji bo hembêzkirina hemû Kurdên li Komara Kirimê dijîn, ji bo jiyîna bi çanda Kurdî û têkoşîna li dijî asîmîlasyonê, rêvebernameyek xebatê amade kirin. Rêveberên Otonomiyê rewşa Kurdên li Kirimê û qewimînên li Kurdistanê axivîn.


Emê gelê Kurd bidin naskirin

Serokê Otonomiya Herêmî ya Neteweyî û Çandî ya Kurdên li Sîmferopolê Aldar Behzad da xuyakirin ku piştî Komara Kirimê bi Federasyona Rûsyayê ve hat girêdan, nasname û çandên cuda ji bo xwe bidin jiyîn dest bi avakirina otonomiyên çandî kirin û anî ziman ku wan jî bi desteka Otonomiya Federal a Neteweyî û Çandî ya Kurdên li Rûsyayê re li bajarên Sîmferopol û Cankoyê du otonomî vekirin.

Behzad di dewama axaftina xwe de bal kişand ser serketinên li Kurdistanê û got, "Serketinên siyasî û leşkerî yên gelê me li welatê me bi destdixe, serê me bilind dikin. Bi taybetî têkbirina çeteyên DAIŞ'ê û rizgarkirina herêmên Kurdan me gelekî kêfxweş dike. Em qewimînên li welêt ji nêz ve dişopînin. Em jî weke otonomiyên li vê derê, wezîfedar in ku gelê xwe bi gelên li vê derê bidin naskirin."


Ji niha pê ve bi coş û eşq xebatên xwe bimeşînin 

Dr. Îsmaîl Ahmo yê di rêveberiya otonomiyê de cih digire da zanîn ku bi vê otonomiyê re ew ê êdî karibin dersên Kurdî bidin zarokên xwe, zarokên xwe li gorî zargotina xwe mezinbikin û got, "Li vê herêmê Tatar, Ermenî, Rûs, Tirk û gelek gelên cuda hene. Em ê çand û dîroka Kurdan ji her kesî re vebêjin."

Dr. Ahmo da xuyakirin ku ew ê ji niha û pê ve bi hemû xebatkarên xwe re hîn bêhtir bi coş û eşq xebatên xwe bimeşînin û got, "Bê guman deriyê saziya me li hemû Kurdan vekiriye. Di bin vî sîwanî de xwişk û birayên me dikarin pirsgirêkên xwe nîqaş bikin û jê re çareseriyê bibînin. Wekî din gelek Kurd hene ku li vê derê hev du nas nakin. Ji bo naskirina hev, wê saziya me xwedî bandoreke xurt be."


Zarok fêrî çanda xwe bibin

Yek ji rêveberên otonomiyê Behzat Behlevî yê di vekirina otonomiyê de roleke aktîf hilgirt ser milê xwe got, "Dema me otonomî vekir, me hin armanca danîn pêşiya xwe. Me xwest bi vê rêyê çand û zimanê Kurdî hînî zarokên xwe bikin, çanda Kurdan bi gelên din ên li Komara Kirimê dijîn bidin naskirin û bi nasnameya Kurdan tevlî çalakiyên çandî yên her sal tên lidarxistin, bibin. Ez bawerim di vî warî de em ê xebateke girîng bimeşînin. Ji ber ku hemû hevalên me di vî warî de bi biryar in." 


 ANF/SÎMFEROPOL