Cîgirê Parêzgahê Kirmanşanê Muctena Nîkirdar bo ragehandina Îranê re axivî û aşkere kir ku 3 hezar gundên girêdayî Kirmanşanê hene lê zêdetirî 600 gundî hatine valakirin. Nîkirdar diyar kir ku zêdetirî 30 hezar niştecihê van gundan çûne nevçe û bajaran.  Cîgirê Parêzgah got ku eve pirsgirêkek cidî yê bê çare ye û heger wesa berdewam bibe dê li herêmê gund nemînin. Li gor amarên fermî li seranserê Îranê 34 hezar gund hatine valakirin. Xelkê van gundan diyar dikin ku karê cotyarî û ajaldariyê têra debara wan nake, nikarin bi van karan xerca mala xwe dabîn bikin. Herwiha dewlet jî xizmetguzariyê nake û giringî nade berhemên wan. 

Rûberê bajarê Kirmanşanê 24 hezar 640 kîlometre çargoşe ye û yek jê mezintirîn bajarê Rojhilatê Kurdistanê ye. 

Di sala 2011’ê de jî bi raportek fermî yê Parêzgariyê hatibû gotin ku jiber nebûna xizmetguzariyê li Kirmanşanê 500 gund hatine valakirin. 


 KIRMANŞAN