Ji ber erdheja roja Yekşemê li eyaleta Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê rûdayî, li navçeya Kelarê ya ser bi bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê 2 kesan jiyana xwe ji dest da.
Li navçeya Serpolê Zahab a eyaleta Kirmaşanê bi şîdeta 6.4 pileyî erd hejiya. Başûrê Kurdistanê û Bexda jî bi vê erdhejê hesiyan. Li navçeya Kelar a Silêmanî 2 kes ji ber erdhejê mirin.
Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Polîsan a Germiyanê, 2 kesên piştî erdhejê dilê wan sekinî, jiyana xwe ji dest da. Hate ragihandin ku 52 kes jî ji ber erdhejê birîndar bûne.
Li gorî rayedarên herêmî, ji ber erdheja li Serpolê Zahabê zêdeyî 700 kesî birîndar bûne. Tê gotin, li Rojhilatê Kurdistanê ji ber erdhejê kesî jiyana xwe ji dest nedaye.
Hê birînên erdheja berê nehatibû dermankirin
Li Kirmaşanê 12’ê Mijdara 2017’an bi şideta 7.3 erd hejiyabû. 630 kes miribûn, 12 hezar kes jî birîndar bûbûn. Ev erdhej, di 10 salên dawî yên Îranê de erdheja herî dijwar bû. Zêdeyî 70 hezar kesî neçar man ji ber erdhejê ji cih û warê xwe derkevin. Gelek kes piştî erdhejê ji ber serma û seqemê mirin. Rejîma Îranê ji bo mirovên herêma erdhejê tedbîrên cidî negirtin. Tevî ku 12 meh di ser erdheja mezin re derbas bûne, hîna mirov neçar in li derve razên.
KIRMAŞAN