Li ser encama pevçûnên dawî yên li Kobanê de Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê ev agahî bi raya giştî re parve kir: "Li eniya rojhilat hêzên me li dijî hin nuqteyên ku çeteyan dagirkiribû êrîş pêk anîn. Çalakî li herêmên Kaniya Kurdan û Sukul Hal pêk hatin û 6 kuştiyên çeteyan hat tesbîtkirin. Li vir hêzên me dest danîn ser roket-avêjek B7 û kalaşnîkovekê. Li eniya başûrojhilat li derdora Meydana Azadî jî hêzên me duh bi şev li dijî komên çeteyan çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de 2 kuştiyên çeteyan hat tesbîtkirin."

Daxuyanî wiha dewam dike: "Komên çete xwestin li vê derê êrîşekê bikin lê ji hêzên me derbên giran xwarin. Ev hewldana êrîşê li dijî herêma stratejîk a nexweşxanê pêk hat û 5 kuştiyên çeteyan hat tesbîtkirin. Hêzên me li vê eniyê kalaşnîkovek, rextek, çenteyek û 20 bombeyên destan desteserkirin. Hêzên me 10 kîlometre li rojavayê Kobanê li dijî komên çete yên li derdora gundê Selîm bicih bibûn çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de wesayîtek çeteyan hat îmhakirin, lê hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehat tesbîtkirin." YPG ragihand ku di çalakiya eniya rojhilat de şervanekî wan bi rihê fedekar û coşa ku tirs dixist dilê dijmin bi qehremanî şer kir û gihîşt şehadetê. 

ANHA/KOBANÊ