
Di navenda bajarê (navena herêma Kobanê) de 80 mamoste hene ji wan 75 jin in, di dibistanên fermî de hijmara mamosteyan 100'e ji wan 95 jin in û li navend û dibistanên gundan 120 mamoste ji wan 90 jin in hene. Li gorî lêgerîn, lêkolînan û daneyên Saziyê, rêjeya gîştî ya jinan di Saziya Zimanê Kurdî ya herêma Kobanê de ji sedî 83'ê ye.
Hin navendên ziman li gundên herêmê tenê ji aliyê jinan ve tên birêvebirin (mamoste û rêveber jin in) wekî navendên gundên Mişko û Qorê yên rojavayê herêmê, Ên Bet û Xerab Rast ên rojhilatî herêmê û gundê Kurdî yê başûrê herêmê.
Endama Desteya Rêveberiya SZK'ê li Kobanê Sureya Kurdî diyar kir ku piraniya şagirtên ku perwerdeya zimanê Kurdî di navendên SZK'ê de dibînin, jin in.
Hêjayî gotinê ye, sedema rêjeya zêde a jinan di Saziya Zimanê Kurdî de vedigre xebatên bê hempa yên têkoşer Viyan Amara ku di 26'ê Tîrmeha 2013'an de di êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li dijî rojhilatî herêmê de jiyana xwe ji dest da.
KOBANÊ