Di çarçoveya kar û xebatên ji nû ve avakirina Kantona Kobanê de, Şaredariyê Kantona Kobanê ku ji 26 endaman pêk tê , bi hevkariya 25 endamên şaredariyên Bakurê Kurdistanê dest bi sererast kirina rê û taxên bajêr kirin.
Endamên şaredariyên Kobanê û Bakurê Kurdistanê di kar û xebatên xwe de 24 alavên ku ji kamiyon û alavên kolandinê pêk tên , ji bo ji nû ve avakirina Kobanê ji aliyê şaredariyên Bakurê Kurdistanê ve, ji Kobanê re hatibûn şandin, bi kar tînin.Her wiha 3 kes bi karê paqijkirina mal û kolanan ji laşên çeteyan radibin.
Derbarê vê yekê de Hevserokê Şaredariya Kantona Kobanê Sadiq Elî Demir diyar kir ku wan bi hemû derfetên xwe û bi alîkariya gelek endamên şaredariyên Bakurê Kurdistanê, dest bi sererastkirina rê û taxên bajêr kirine û got ku gava wan a yekemîn vekirina hemû riyên bajêr e.
ANHA/KOBANÊ