Cûmana Misto: Berê gelek mamosteyan pergala Rêjîma Baesê bi kar dianî, lewma carinan li zarokan didan, lê niha lêdana zarokan ji dibistanên me hemûyan rabûye û di navbera mamoste û şagirtan de peywendiyeke xurt heye.

BERÇEM CÛDÎ / JINNEWS / KOBANÊ

Şagirt û mamosteyên Kobanê amedekariyên xwe yên bidawîkirina salê dikin. Şagirt di nava kelecana ezmûn û encaman de ne û mamoste jî li ser nirxandin û amadekariya bawernameyên şagirtên xwe dixebitin.

Piştî sala xwendina bi zimanê dayikê, li Kantona Kobanê êdî şagirt ber bi dawîkirina serdema duyemîn ve diçe. Niha hemû dibistanên Kobanê di nava pêvajoya ezmûnan de ne. Dibistan di 13’ê Gulanê de wê bi rengekî fermî bi dawî bibin. Di çaçoveya bidawîbûna dibistanan de şagirt û mamosteyan nihêrînên xwe vegotin.

Şagirt li benda encaman in

Şagirta dibistana Şehîd Hogir, Dîlber Ûbeyd nihêrîna xwe bi vî rengî anî ziman: “Em xwendina xwe ya vê salê bi dawî dikin û em bi kelecaneke mezin li benda encaman in. Zêdetir encam giraniya xwe didin ser nirxandina kesayeta şagirtan. Em malavahiya mamosteyan dikin ku keda wan li ser me heye.”

Berfîn Ehmed jî ku ji heman dibistanê ye, wiha axivî: “Ji bo nirxandina salê, mirov dikare bibêje, saleke baş bû, hem di milê şagirtan de û hem di milê mamosteyan de. Lê kêmasiyên ku derketine di hebûna pirtûkan de bû, ji ber vê jî, em hêvî dikin ku sala bê ev yek were çareserkirin. Ji bo min dersa herî xweş Felsefe bû, ji ber ku fikrên nû pêşkêşî min dikir û bi bandor bû.”

Pirranî serketî ne

Mamoste Lûtfiye Naasan ku li dibistana şehîd Gulistan dixebite, wiha nihêrîna xwe anî ziman: “Em êdî ji şagirtên xwe xatir dixwazin û bawernemeyên wan amede dikin. Di vê salê de asta girtina şagirtan ji salên bihurî baştir bû. Êdî mirov dibîne ku zarok bi meteryala nû re xwe kirine yek. Şagirtên refa min pirranî serketî ne û yên lawaz jî ez giraniya xwe didim ser wan da ku ew jî bigihêjin asta hevalên xwe.”

Di heman demê de şagirtê bi navê Can Ehmed ê ku dewama xwe li dibistana Şehîd Gulistan dike jî got, “Dibistan ji bo min pirr xweş e, hevalên min hene em hem bi hev re dixwînin û hem jî dilîzin. Dersa ku ez pirr jê hez dikim û tê de jîr im, Ziman û Bîrkarî ye. Lê ya ku min tê de astengî dît Civaknasî bû.”

Sîstema nirxandinê nû ye

Rojda Henîfî ku ew jî di heman dibistanê de ye got, “Ez pirr ji mamoste, dibistan û hevalên xwe hez dikim. Ya herî xweş jî zimanê me yê Kurdî ye. Me berê nizanîbû ji ber vê jî me zehmetî didît, lê niha piştî ku em fêr bûn me ji zimanê xwe zêdetir hez kir û em pê ve hatin girêdan.”

Herî dawî berdevka komîteya perwerdeyê ya Kantona Kobanê Cûmana Misto bi giştî sal nirxand û got, “Ev sal bi hemû kêmasî û başiyên xwe bi dawî dibe. Di vê salê de şêwazê nirxandina şagirtan me bingeh girt, ji ber ku ev rêbaz nû ye, mamoste zehmetiyê dibînin, lê tevî vê jî em serketî bûn. Weke Kanton navçeya Qinê, Çelebî û Sirîn girêdayî me ne. Bi giştî 495 dibistan hene, 2.200 mamoste û 52.000 şagirt hene û hejamara wan roj bi roj zêdetir dibe.”

 Gelek pirsgirêkên me hene

Cûmaneyê qala pirsgirêkan jî kir û got, “Gelek pirsgirêkên me hene, ya herî sereke jî kêmbûna avahiyan e. Bi taybetî li Kobanê niha 3 dibistan bi rengekî lezgîn ji me re pêwîst in. Di her fêrgeheke me de 50 şagirt hene û ev bi serê xwe pirsgirêk e. Heta em neçar mane ku di hin malan de dibistanan jî vekin. Ya din kêmasiyên me di milê mamosteyan de heye, hejmara wan kêm e û bi pirranî ne xwedî tecrûbe ne. Ji bo beşên zanyarî bi taybetî mamoste kêm in, lê hewildanên me yên dagirtina van valahiyan hene. Ji bo gundan jî, kêmasî pirr hene. Dibistan û mamosteyên gundan pirr kêm in.”

Fêmkirina materyalan çû serî

Cûmana di dewamê de derbarê meteryalan de peyivî: “Ji bo meteryal şagirtan di salên destpêkê de gelek zehmetî didîtin. Ne hêsan e ku metaryelek ji zimanekî bê wergerandinî zimanekî din. Lê sal bi sal ew astengî li paş ma, îsal bixwe, mirov dikare di warê fêmkirina şagirtan a ji metaryelan de erênî binirxîne. Ji bo mamosteyan jî dayîna metaryalên nû giran bû, loma gelek mamosteyan kêmasî derdixistin, lê gavên ku niha me avêtine ew in ku di navbera şagirt û mamosteyên wan de têkiliyeke li ser bingeha hevaltiyê ava bikin. Gelek mamosteyan pergala Rêjîma Baesê bi kar dianî, lewma carinan li zarokan didan, lê niha lêdana zarokan ji dibistanên me hemûyan rabûye û di navbera mamoste û şagirtan de peywendiyeke xurt heye.”

Ji bo çareseriyê nexşerêyek

Di dawiyê de berdevka komîteya perwerdeyê Cûmana Misto behsa plansaziya sala bê kir: “Plansaziyên me gelek in. Yek perwerdekirina hemû mamosteyan li ser rêbaz, materyal û zanyariyê ye. Lewma piştî meha rojiyê wê li peymangehan dewre werin destpêkirin. Ya din, avakirina dibistanan hem li bajêr û hem jî li gundan e. Her wiha amedekirina pirtûkxaneyekê heye. Ji bo kêmasiyên pirtûkan, weşanxaneyên me nikarin ewqas hejmar çap bikin, di destpêkê de me li Başûrê Kurdistanê çap dikirin, lê ji ber ku derî hatin girtin, em bê pirtûk man, bi qasî derfetên di destên me de em ê pirsgirêka kêmbûna pirtûkan çareser bikin.”