Civîn bi deqeyeke rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê dest pê kir. Piştre Endama Rêxistina Yekîtiya Star Roza Tolhildan li ser giringiya avakirina komunan de axivî û diyar kir ku jin dikare xwe bi rê ve bibe û saziyên xwe bi rê ve bibe, ji ber ku jin damarê civakê ye li hemû deverên jiyanê jin hene, li kêleka mêran di hemû beşên jiyanê de heneû û ji dinyarê isbat dike ku li hember hemû zehmetiyan de dikare li ber xwe bide.

Derbarê rêxistinkirina jinan de, Endama Yekîtiya Star Semîra Ehmed diyar kir ku jin tim dikare rola ya bi bandor di nava hemû aliyên jiyanê de pêk bîne. Her wiha Ehmed da zanîn ku jin bi avakirina komuna re diyar dike ku dikare xwe di nava civakê re bi rêxistin bike û dikarin rêvebiriya xwe bikin, ji ber ku bi felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdala Ocalan hatine bihêzkirin.
Jina Kurd Semîra Hisên jî da zanîn ku jin ne tenê karê malê dike lê belê cihê xwe di nava hemû sazî û meclisan de digre. Her wiha Hisên destnîşan kir ku wan komuna xwe ji 52 jinan avakirine û bi avakirina komîna taxê ew êdî bi rêxistin tevbigerin.

ANF/KOBANÊ