Ji ber barana zêde li gundên rojavayê bajarê Kobanê, lehî rabû û 2 birayan jiyana xwe ji dest da. Her wiha pêla lehiyê bi dehan malên welatiyan li ber xwe birin.
Li Kobanê doh û pêr baranek dijwar bariya û di encama vê yekê de lehî rabû. Li gundên rojavayê bajarê Kobanê bi dehan mal li ber lehiyê çûn. Lehiyê trimpêl û alavên welatiyan jî li ber xwe birin.
Di encama lehiyê de li gundê Çeqel Wêran ê Kobanê 2 birayên bi navên Hisên Emîn El-Hisêno (35) û Hela Emîn El-Hisêno (18) xeniqîn. Welatiyên herêmê destnîşan kir ku cenazeyên wan hîn nehatine dîtin.
Heyva Sor a Kurd bi hawara wan ve çû
Di heman demê de ji ber lehiyê riya ketina bajarokê El-Qenaya ya başûr rûxiya. Lehiyê bi dehan darên zeytûnan û cureyên din ên daran rakirin. Bi dehan malên bajarokê El-Qenaya hilweşiyan. Li aliyê din jî hin mal li gundê Boxaz ê li başûrê Kobanê jî hilweşiyan. Yekîneyên Heyva Sor a Kurd xebatên xwe yên pêşkêşkirina alîkariyan didomînin.
KOBANÊ