Peymangeha ku beriya êrîşên çeteyan ên li ser Kobanê dest bi amadekariya damzrandina wê hatibû kirin, lê ji ber şerên dijwar wê rawestiya bûn, piştî rizgarkirina Kobanê careke din hatin destpêkirin. Xebatên peymangehê ji aliyê Desteya Perwerdeyê ve hat meşandin û peymangeh doh bi awayekî fermî hate vekirin.
Di merasîma vekirinê de Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Kobanê Enwer Muslim, Serokê Desteya Perwerdeyê Hisên Mihemed Elî, Serokê Desteya Karûbarên Civakî Mehmur Bişar, endamê Komîteya Jinûve Avakirina Kobanê Ebdulrehman Hemo, rêveberên Saziya Malbatên Şehîdan, Saziya Zimanê Kurdî (SZK) û bu sedan kes amade bûn.
Ji bo paşerojeke azad
Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir, piştre Enwer Muslim axivî û vekirina peymangehê pîroz kir. Enwer Mislim got, “Ev peymangeha dîrokê ye piştî rizgarkirina Kantona Kobanê û gundên wê, em vê peymangehê li şehîdên me, hemû gelê Kurd û herkesê li vir hazir pîroz dikin. Pêwîste em xwedî li zimanê xwe derkevin. Di sala 2015 ku em tê de ne, yek ji tiştên herî girîng rizgarkirina ji terorê û ya din jî avakirina civakê û Kantonê ye. Em dixwazin Kantonê ji çeteyan paqij bikin û paşeroja zarokan ava bikin. Em dixwazin Kobanê bibe mînaka pêşeroja Suriyeyek wekhev û demokratîk ku gel bi awayekî azad û aram, bêtirs û înkarkirinê jiyan dike.”
ANHA/KOBANÊ