Meşa ciwanan a ji gundê Qere Qoy ber bi bajarê Kobanê ve doh di roja duyemîn de dewam kir û ciwan wê îro tevlî meşa navendî ya li Kobanê dibin.

Bi sedan ciwanên kantona Kobanê ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji pêr ve meşeke dirêj dane destpêkirin. Meşê ji gundê Dadelê yê 25 kîlometreyan li rojavayê Kobanê dest pê kir di roja duyemîn de ji gundê Qere Qoyê didome.

Ciwanan li perspektîvên Ocalan ên derbarê doza Kurd û pêwîstiya têkoşînê ya li dijî desthilardaran de guhdarî kir. Ciwan ji bo bigihin Kobanê di gundên Qole, Sosyan û Cequr re derbas bûn û êvarî li gundê Mînas ê 4 kîlometreyan li rojavayê Kobanê man. Ciwanan îro jî ji bo tevlî meşa navendî ya li bajêr bibin, berê xwe dan Kobanê. 


KOBANÊ