
Yek ji kesên banga çalakiya global a roja 1´ê Mijdarê kirî akademisyenê Holendî Joost Jongerden e. Jongerden ji bo Xweseriya Demokratîk a li Rojava got, ew modeleke hîvîdêr e ji bo Sûrî û Iraqê ji ber ku cihbicihkirina demokrasiyeke pirreng û hewîner armanca wê ye. Ji bo têkiliyên Kurd û Tirk jî Jongerden dibêje, ev têkiliyeke desthilatdariyê ye ku Kurd niha qebûyî dixwazin ji bo ku wê biguherin.
Joost Jongerden li zanîngeha Wageningen di beşa Civaknasî û Antropolojiya Geşedanê endamê hîndekariyî ye. Gelek xebatên wî hene li ser Tevgera Rizgariya Kurd li Bakurê Kurdistanê û li ser projeyên siyasî yên Demokrasiya Radîkal. Jongerden jî yek ji wan kesên pêşî ye ku banga çalakiya global a ji bo Kobanî a roja 1´ê Mijarê mohrkirî ye. Li ser pirsa çima Jongerden dibêje: “Min jî ew banga çalakiyê mohr kir ji ber ku hingê 5 hefte di ser berxwedana Kobanê re derbas bûbûn û civaka navneteweyî xwe li van êrîşên DAIŞ´ê kerr kiribû. Me dît ku ev rewş guherî. Me dît ku civaka navneteweyî dikare bêhtir tiştan bike ji bo piştgiriya berxwedana Kobanê. Ji ber vê me banga xwepêşandaneke global ji bo destekkirina berxwedana Kobanê kir. Ji bo ku em nîşan bidin ku li dinyayê mirov hene ku dixwazin helwêsteke guhertî ya civaka navneteweyî li hember Kobanê û Rojava bibînin.”
Modeleke pirreng û hewîner
Jongerden dibêje, di nava du sal û nîvên bihurî de xelkê li Rojava hewl da awayekî birêveberiya xweser cih bicih bike û ev rengê xwebirêveberiyê pirrrengan dihewîne, derfetê dide komên cihê xwe tê de bi cih bikin. Jongerden weha dirêjî da gotinên xwe: “Bi ser de jî ev sîstemek e ku ji wan hat di nava şert û mercên gelekî zehmet de di pratîkê de pêk bînin. Ji destpêkê ve li dijî Rojava êrîşên mezin û heyatî yên tesîrker çêbûn. Di rewşekê de ku dor li wan hatiye girtin, hewldana avakirina demokrasiyeke pirreng û hewêner, ev xisleteke gelekî girîng a modela li Rojava ye. Ev dikare bibe modeleke hêvîdêr ji bo rewşa li Sûriyê û li Iraqê bi giştî. Lewma li wir gelek civak hene. Li wir sîstemî desthilatdariyê wisa ne ku komek fikra xwe, baweriya xwe, nirxên xwe yên çandî li ser yên din ferz dike. Ev ne modelek e ku dikare bi hev re jiyana aştiyane bîne. Modela ku hewl tê dayîn li Rojava pêk were anîn, tevî kêmasiyên xwe hemûyan, tevî ku divê hîna gelek aliyên wê werin başkirin; bi kêmasî ve bi prensîpên xwe yên herî bingehîn ango pirrengîbûn, hewandina komên cihê di nava birêveberiyê de, bi ya min destpêkeke baş e ji bo avakirina civakeke alternatîf ya ku têde şideta mezhebî û lidervehiêtina komên din nîne.”
Rojava nasnameyeke xisûsî li ser xelkên din ferz nake
Jongerden dibêje ku divê bêhtir behsa girîngiya projeya siyasî ya Rojava were kirin. Li gorî wî, ya ku ji bo rewşa li Sûriyê, Iraqê û Rojhilata Navîn pêdivî pê heye çareseriyeke siyasî ye; modeleke siyasî ye ku pirreng e û komên cihê di nava birêveberiyê de dihewîne. Bi ya min li Rojava ev modelek e ku li Rojava tê tecrûbekirin. Ew xelkên din, dînên din dihewîne. Ew ne modelek e ku reng û komên din li derveyî xwe dihêle, ew nasnameyeke xisûsî li ser xelkên din ên li Rojava ferz nake. Ew meydanekê dide Ereban, Tirkmenan, Tirkan, tevahiya xelkên li herêmê da ku xwe îfade bikin û tevlî xwebirêvebirinê bibin. Ev modelek e ku li dijî neteweperestiya Baesî ye, û herweha li dijî neteweperestiya sunî-misilman a Ereb a Dewleta Îslamî ye jî. Dema em behsa siberoja herêmê bikin, divê em behsa rewşekê bikin ku xelkê herêmê bi hev re bijîn, ku xelk xwediyê mafê gotina xwe bin di xwebirêveberiyê de. Û bi ya min ev serhatiya Rojava ye. Ji ber vê yekê jî gelekî girîng e Kobanê were paraztin. Helbet bergiriya bajêr û astengkirina komkujiyan jî girîng e. Lê belê herweha girîng e ku ev modela demokrasiyê were paraztin.”
Divê bi çêtirkirina rewşê bersiva rexneyan were dayîn
Joost Jongerden bi grîngî îşaret pê dike ku qisûrên vê modelê û pratîkkirina wê hene û wiha dipeyive: “bi ya min rapora Human Rights Watchê (HRW) gelekî girîng e; bi ya min divê PYD û yên ku birêveberiya xweser damezrandin rapor û rexneyên HRW´ê gelekî cidî bigirin. Bi ya min divê ew xwe çêtir bikin li gorî rexne û şîroveyên rêxistinên weke HRW. Divê ew bersivê bidin van rexneyan (bi çêtirkirina rewşê). Modela Rojava, modeleke hêvîdêr e, helbet ne îdeal e, helbet qisûrên wê hene û xelk şaşiyan dikin. Ji ber vê jî divê (bi rastkirina şaşiyan, ji navê birina qisûran) bersiva rexneyan were dayîn.
Ti alternatîfeke din ne diyar e
Akademîsyen Joost Jongerden ji bo modela Kongreya Neteweyî ya Sûriyê û ya mirovên li pişta Artêşa Hur a Sûriyê dibêje, modelên tên pêşniyarkirin girêdayî fikra dewleta navendî ne û weha pêde diçe: “Sîstemên me berê dîtî kopî dikin ku di wan de xelkên cihê desthilatdar in. Pirsgirêk ne bi tenê li şûna desthilatdaran yên nû bicihkirin e. Bi ya min pêwîst e ku em bihizirin li ser modelên xwe yên siyasî ne bi tenê li Rojhilata Navîn lê belê li seranserê dinayê van çend dehsal heta sedsalan em pêk tînin. Divê em li modelekê bigerin, nêzîkatiyekê bigerin ku tê de welatîbûn heyatî ye, ku tê de mirov xwediyê wê derfetê ne ku di biryarê de para wan jî hebe li ser jiyaneke baştir, û herweha keysa xwe karibin lê bînin ku li ser jiyana xwe biryarê bidin. Ya girîng ew e ku sîstem biguhere. Li Rojava ya ku tê kirin ev e. Qisûr hene, gelek şaşiyan dikin û helwêstên şaş hene, divê ew van biguherin, lê belê prensîpên ku ew xwe disipêrinê bi ya min hêvîdêr in, divê mirov şansekî bide wan. Divê mirov xwediyê wê derfetê bin ku bibin mîmarên jiyana xwe bi xwe, maneya wê jî ew e ku divê ew biryarê bidin. Hingê welatî dibin kirdeyên jiyana xwe û êdî ne bi tenê objeyên desthilatdariyê ne.”
Helwesta Tirkiyeyê dijminane ye
Jongerden helwesta Tirkiyeyê beramber Rojava ji destpêkê ve weke dijminane nirxand û weha peyivî: “Wan ambargoyek li ser rojava danîbû da ku Rojava îzole bikin. Me dît ku wan lojîstik da rêxistinên ku êrîş birin ser Rojava. Û helbet me hêvî dikir ku hevdîtinên aştiyê bi PKK´ê re bi rengekî tesîrê bike li helwêsta dewleta Tirk beramberî Rojava û Kurdên li Tirkiyeyê. Mixabin, di nava meha derbasbûyî de me nexasim dît ku Tirkiyeyê ev hêviya me nehişt. Divê em niha binihêrin ka wê bûyer ji niha û pêve ber bi ku ve biçin. Lê belê helwêsta Tirkiyeyê têra xwe acizker, neerênî bû van salên dawiyê.”
Yekane rê çareseriya siyasî ye
Joost Jongerden li ser pêvajoya çareseriyî ya li Bakurê KUrdistanê jî bi gotinên li jîr nirxand: “Bi ya min, dawiya dawî ti rêyên din nînin ji bilî çareseriya siyasî. Me bi dehsalan dît ku şidet wê çareseriyeke yekalî bi xwe re neîne; ne ji bo PKK´ê û ne jî ji bo dewleta Tirk. Di dawiyê de ew ê bi hev re bipeyivin. Me dizanî dema ku pêvajoyî destpê kir wê bibe pêvajoyeke du gav ber bi pêş ve yek yan jî sisê ber bi paş ve. Welhasil ti rêyên din nînin li pêşiya aliyan ji bilî ku bi hev re bipeyivin. Helbet meha bihurî me şahidî kir li xirabûna rewşê li Sûriyê. Di dawiyê de bi ya min Tirkiye wê gavekê ber bi hevdîtinan ve bavêje. Ji bilî vê rêyê ti rêya din nîne.”
Têkiliya di navbera Kurd û Tirkan de Têkiliyeke desthilatdariyê ye
Ji bo têkiliya di navbera Kurd û Tirkan de Jongerden got, “Têkiliya di navbera Kurdan û Tirkan de têkiliyeke serdestiyê bû. Ya ku me di nava çend dehsalên dawiyî de dît ew e ku Kurd bi awayekî cidî qebûyê dixwazin ji bo guhertina vê têkiliyê. Em gihiştine qonaxeke diyarker, lê bi ya min Tirkiye nikare vê têkiliya serdestiyê ya berê ji nû ve cihbicih bike. Lê belê Tirkiye ne amade ye ku guhertinên bingehîn yên niha pêdivî bi wan heye, pêk bîne. Lê di dawiyê de ev rewş wê biguhere.”
LUQMAN GULDIVÊ/NAVENDA NÛÇEYAN