
Berxwedana şervanên YPG û YPJ’ê ya li dijî êrîşên DAIŞ’ê didome û li gel vê pêwîstiya perwerdeyê ya bi zimanê dayikê ji bo jin û zarokan jî nayê jibîrkirin. Perwerdeya Kurdî bi rêxistinbûna mamosteyên dildar destpê kir û tevî hemû şert û mercên dijwar bi rêk û pêk didome.
Berxwedana dîrokî ya YPG û YPJ’ê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê bi biryarek mezin didome û pêwîstiya perwerdeya zimanê dayikê jî nayê jibîkirin. Bi hezaran sivîlên ku tevî êrîşên DAIŞ’ê bajar terk nekirin û xwedî li berxwedana şervanan derdikevin ji bo ku bi zimanê xwe perwerdeyê bibînin ketin nava hewldanan. Mamosteyên dildar xwe rêxistin kirin û perwerde dan destpêkirin. Tevî hewaya sar û êrîşên DAIŞ’ê perwerda Kurdî bi rêk û pêk ji bo 7 koman tê dayîn.
Wezîr hîndekariyê dike
Xaniyek ji bo dersdayînê hatiye amadekirin. Jin û zarok li 7 koman hatine veqetandin û du rojan carê ders ji bo wan tên dayîn. Di dersan de yekem car bi alfabeya Kurdî ders tê dayîn. Wezîra ragihandinê ya kantonê Şevîn Mahmud jî dersê dide. Mahmud ji bo jin û zarokan mamostetiyê dike. Mahmud da zanîn ku li gel zarokan xwestine jinan jî kêm be ji atmosfera şer dûr bixin û ji bo perwedeyê 7 komên ku jin û zarokan pêk tên ava kirine.
Mahmud destnîşan kir ku pirsgirêka sereke cih û alavên perwerdeyê ne û bi armanca çareserkirina van pirsgirêkan jî bi dildaran re di nav têkiliyê ne de.
Kurdî hin dibin
Jina ciwan Ruhilat Alî jî ku perwerdeyê dibîne diyar kir ew gelek keyfxweş e ku bi zimanê xwe perwerdeyê dibîne û got: “Em ji bo ku bi şervanên YPG û YPJ’ê re bin, me axa xwe terk nekir.
Me xwest em Kurdî fêr bikin.” Xwendekara biçûk Narîn Alî jî di nava hewldana ku tîpên mamosteya wî nivîsandiye baş binivisînê de ye.
ÇAGDAŞ KAPLAN/MEHMET ZEKÎ ÇÎÇEK / ANF/ KOBANÊ