Li Kobanê di 1’ê Hezîrana 2015’an de Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk, peymangeha gihandina mamosteyên dibistana seretayî vekiribû. Di vê peymangehê de gelek mamoste hatin perwerdekirin û di sala perwerdeyê ya 2015-2016’an de li dibistanan perwerdeyê didin. Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk di çarçoveya amadekariyên sala perwerdeyê ya 2016-2017’an de, niha jî amadekariyên vekirina peymangeheke din dikin. Peymangeha ku navê Peymangeha Şehîd Gîvara Dalî lê hatiye kirin, wê di meha Sibatê de bê vekirin.

Li gorî agahiyên ku rêveberên komîteyê dane, li peymangehê wê mamosteyên dibistanên navîn û amadehî bêne perwerdekirin.

Dewreya perwerdeyê ya mamosteyan jî dê 8 mehan berdewam bike û li ser branşên, “Biyolojî, fîzîk, kimya û matematîk” ders bêne dayîn.


Pêwîstî bi mamosteyên nû hene

Namzetên mamostetiyê ku dê tevlî perwerdeya peymangehê bibin, wê meha destpêkê waneyên fikrî bibînin. Du mehên piştre jî dê dersên zimanê Kurdî bibînin û wê rojê seatekê li ser hemû beşên branşan perwerde were dayîn. Piştre wê sê mehan li ser hemû beşên biranşan perwerdeya taybet bê dayîn. Her du mehên dawî jî dê mamoste li gorî biranşan bêne dabeşkirin û perwerde li gorî branşan bê domandin.

Yek ji endamên rêveberiya Peymangeha Şehîd Gîvara Dalî Şêro Ehmed, diyar kir ku di sala 2016-2017’an a pererdeyê de, wê li dibistanên navîn û amadehî jî perwerde bi Kurdî bê dayîn, lewma pêwîstiya wan bi vekirina peymangehê hebû.

Akademiya Ziman û Perwerdeya Kurdî ya Şehîd Viyan Amara ya li Kantona Kobanê jî, ji bo perwerdeya sala 2016-2017’an diyar kiribû ku ew ê di meha Sibatê de, ji bo gihandina mamosteyên branşan dewreyekê vekin.


KENDAL CÛDÎ/ANHA/KOBANÊ