Xebat Findê xewna bavê xwe b cih tîne û pirtûkxaneyekê li bajarê Kobanê vedike. Li gorî Xebat Findê, beriya bi 70 salan, yekemîn pirtûkxane, bavê wî li Kobanê ava kiribû ji ber rewşa siyasî û nijadperestiyê pirtûkxane hatibûye girtin. Lewra piştî ku derfet hatin peydekirin, wî vê carê xwest pirtûkxaneyekê veke û navê bavê xwe “Findê” lê bike.

Di Pirtûkxaneyê de qederê 4 hazar pîrtûkên bi zimanên Kurdî, Erebî, û Ingilîzî hene. Findê, ev kitêbên hanê ji bajarê Helebê û Qamişloyê û ji Başûr û Bakurê Kurdistanê peyde kirine.

Li gorî nûçeya K24´ê, Xebat Findê gotiye, wî bi gelek zehmetî û kedê kariye van pirtûkan peyde bike, her wiha ew hewl dide ku pirtûkxaneya xwe bi pirtûkên Kurdî yên zanistî û dîrokî dewlemend bike.

 

KOBANÊ