8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li Kobanê bi meşeke girseyî hat pîrozkirin. Rêxistina Kongreya Star a Kobanê bi tevlîbûna jinên ji partiyên cuda, saziyên civakî yên sivîl û sedan jinên ji Kobanê û gundên wê, meşek organîze kir. 

Di meşê de ku ji Meydana Azadiyê destpê kir, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û cangoriyên têkoşîna azadiyê hatin hildan.

Jinan piştî meşê xwe gihand meydana nêzî sînorê bi Bakurê Kurdistanê re û li vir mîtîngek li dar xist. Di mîtîngê de peyamên Kongreya Star û Rêveberiya Xweser hatin xwendin, berxwedana Bakurê Kurdistanê hat silavkirin.


Li Dirbêsiyê çalakiya herî girseyî

Jinên ji 7 bajarên Kantona Cizîrê bi cil û bergên xwe yên rengîn herikîn sînorê Bakurê Kurdistanê. Bi hezaran jinên ji bajarên Hesekê, Qamişlo, Amûdê, Til Temir, Dirbêsiyê, Serêkaniyê, Zirgan û gundên van bajaran bi boneya 8’ê Adarê li ser riya Hesekê ya bajarê Dirbêsiyê kom bûn.

Jinan cilên herêmî li xwe kir û xemla 8’ê Adarê dan çalakiyê. Meşê ji riya Hesekê destpê kir û ber bi konê piştgiriya berxwedana Bakurê Kurdistanê ve dewam kir.

Meşvan di bazara bajar re derbas bûn û bê navber bi sloganan berxwedana Bakurê Kurdistanê silav kir.


'Jinên Rojava bûn sembol'

Jinên bajarên Dêrik, Girkê Legê û Tirbespiyê jî li ser sînorê Cizîra Botanê kom bûn û mitînga 8’ê Adarê li dar xistin. Hevseroka Kantona Cizîrê Hediya Yûsif beşdarî mitînga li gundê Endîwerê bû û axivî.

Hediya Yûsif di axaftina xwe de coşa 8’ê Adarê diyarî jinên berxwedêr ên li Bakurê Kurdistanê kir û got: "Jinên Kurd, Ereb û Suryanî bûne sembola hemû jinên Rojhilata Navîn. Jinên Bakurê Kurdistanê li dijî êrîşên dewleta Tirk derdikevin û zulmê li ser xwe qebûl nakin. Bê guman wê şoreşa jinan bi ser keve."


‘Jinan dîrok nivîsand’

Şahiya 8’ê Adarê ya Kantona Efrînê bi durişmeya “Berxwedana Bakurê Kurdistanê bi pêşengîtiya 8’ê Adarê bi ser dikeve” bi beşdariya hezaran jinan û welatiyên kantonê pêk hat. Şahî li meydana navçeya Mabeta ya Efrînê hate lidarxistin. 

Endama Kordînasyona Kongreya Star Zelal Cîger li vir  axivî û got, "Jinan bi têkoşîna xwe efsaneyên dîrokî nivîsîne. Jinên têkoşer bi xwîna xwe û li ser fikre û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bingeha sereke ya ber bi azadiya jinan danîne. Jin dê bi destê jinan nivîsandina dîrokê bidomînin."


 NAVENDA NÛÇEYAN