Li Kobanê şehîd oxir kirin
Cenazeyên 3 şervanên ku li deverên cuda şehîd bûn, li Goristana Şehîd Dîcle ya Kobanê bi merasîmeke girseyî hatin veşartin.
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Derwîş Mêran (Edîb Ehmed) ku li Colemêrgê şehîd bûbû, endamê Hêzên Dîsîplînê ya navçeya Eyn Îsa ya kantona Girê Spî Sidqî (Sidqî Elî) û şervanê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Bedir Reqa (Bedirxan Çîçan) ku li bajarê Reqayê şehîd bûbû, li Goristana Şehîd Dîcle ya Kobanê hatin veşartin. Bi sedan welatiyên kantona Kobanê beşdarî merasîmê bûn.
Di merasîmê de her wiha şehadeta şehîd Agirî Zagros (Zozan Îbrahîm), Zinar Kobanê (Zinar Edhemkor) û Silava Kobanê (Silava Ehmed) hate ragihandin.
Wê li pey şopa wan bin
Piştî merasîma leşkerî ya li goristanê li ser navê malbata Bedirxan Cemal Bedirxan, li ser navê YPG’ê Ferdûn Kobanê, li ser navê Hêzên Dîsîplînê Şêro Koban û Rêveberiya Sivîl a Reqayê Mistefa Elî sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin. Qisekeran anî zimên ku ew ê her tim li ser şopa şehîdan bin û karên xwe yên birêxistinê xurt bikin.
Ne tiştekî ji rêzê ye
Di merasîmê de Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Eyşe Efendî jî axivî û got: “Gelê welatparêz, divê hûn bizanibin ku me di hundirê Şoreşa Rojava de me şoreşa jinan ava kir. Ji aliyê leşkerî ve em rojane şehîdan radikin. Em dibêjin bila şehîd nebe rûtîn, ji ber ku her kes nikare bibêje ez şehîd im, ji ber ku şehîd pîroz e.”
Bi şervanan nikarin
Eyşe Efendî di berdewama axaftina xwe de dest nîşan kir ku hin dost û hevalên gelê Kurd di aliyê fermî de hê jî gelê Kurd nas nakin û wiha domand: “Divê gelê me xwe ji dijmin biparêze û her tim hay ji xwe hebe. Dijmin ku nikare li hemberî hêzên parastina gel derkeve komkujiyan li dijî sivîlan pêk tîne.
Em ê Efrînê ji destê dagirkeran rizgar bikin.” Eyşe Efendî bi gotina “Em Apocî ne, serketin a Efrînê ye” axaftina xwe bi dawî kir.
Di dawiya merasîmê de belgeyên şehadeta şehîdan ji aliyê endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Ronahî Ehmed ve hatin xwendin û radestî malbatên şehîdan hatin kirin.
ANF/KOBANÊ