Di operasyonên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên li dijî çeteyên rêxistina DAIŞ´ê de pevçûnên dijwar diqewimin. Li gorî çavkaniyên YPG'ê 120 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin. Hêzên YPG û YPJ'ê li rojavayê Kobanê li gundên Cibilferec, Şêxler, Geteş, Boraz û girê Zagrosê bi navê "Pêngava Tolhildana Şehîdên Kobanê" di 29'ê Tîrmehê de dest bi operasyonan kirin. Li gorî çavkaniyên YPG'ê di pevçûnên dijwar de herî kêm 120 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin. Her wiha tê gotin ku di şer de 14 şervanên YPG û YPJ'ê yên parastina axa Rojava dikirin jî jiyana xwe ji dest dan. Ji şervanên YPG/YPJ'ê yên di şer de jiyana xwe ji dest dan, cenazeyê 4 ji wan ku ji Bakurê Kurdistanê ne, ji bo radestî malbata wan bê kirin, ji Saziya Mala Şehîdan hatin wergirtin û meşeke girseyî ber bi Deriyê Sînor ê Kobanê ve hatin oxirkirin.


Ji El-Akrad operasyon
Piştî ku komên çekdar ên ser bi Artêşa Sûriyeya Azad xwe vekişandin û tevî çekan herêmên xwe radestî DAIŞ'ê kirin, li Helebê di navbera DAIŞ'ê û şervanên Eniya El Ekrad û çend komên pê re tevdigere, şerên dijwar diqewimin. Hat ragihandin ku di pevçûnan de bi dehan çete hatin kuştin, tankek û wesayîteke bi çekên giran ên çeteyan hatine rûxandin. Şer û pevçûnên ku di navbera çeteyên DAIŞ'ê û şervanên Cebhet El-Ekrad tevî çekdarên opozîsyonê derketibûn, bi giraniya xwe dewam dike. Li gorî agahiyên ji herêmê hatin wergirtin li bajarokên Extarîn û Dodiyan ên derdora bajarê Helebê, pevçûnên giran derketin. Hat diyar kirin ku di encamê de bi dehan çeteyên ku hewl didan ber bi herêmê ve pêşde biçin, hatin kuştin û tankek tevî wesayîteke çeteyan ên bi çekên giran barkirî bûn, hatin rûxandin. Li gorî agahiyan, çeteyên li vê derê derbên giran xwarin, neçar man xwe vekişînin.

ANHA/KOBANÊ/HELEB