Di daxuyaniya YPG´ê de hat destnîşankirin ku “Hemleya Fermandar Rûbar Qamişlo” ya ketiye roja xwe ya 53. û operasyonên li ser rêya Reqqa- Girê Spî wê dewam bikin. Daxuyanî  derbarê şerê Kobanê de van agahiyan dide: “Piştî pevçûnên dijwar ên li vê derê qewimî, hêzên me serweriya xwe ya li ser hêrême zêde kirin. Di van pevçûnan de 2 tangên çeteyan hatin ruxandin û bi qasî hatiye zelalkirin 38 çeteyên DAÎŞ´ê hatin kuştin. Hêzên me li vê derê tevî 7 termên çeteyan dest danîn ser panzerekê, 7 kleş, 2 BKC û 1 rokeavêja B7 a çeteyan.

Pevçûnên 2 rojan ên li vê herême de 6 rêhevalên me yên ku bi lehengî şer dikirin, gihiştin şehadetê.”


Li Hesekê 3 gund ji destê çeteyan hat standin

Li ser berxwedana Hesekê jî navendê da zanîn ku berxwedan didome û hêzên wan 3 gund ji destê çeteyan rizgar kirine. Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir: “Hêzên me bi armcanca 3 gundên li rojhilatê Hasekê yên ku çeteyan ji rejîme standibûn rizgar bikin, şevê din operasyonek li dar xistin. Di encama vê operasyonê de her 3 gund jî ji çeteyan hatin paqijkirin. Li vê derê hêzên me maşîneke leşkerî, 1 BKC û 1 roketavêja B7 bi dest xistin.

Şevê din çeteyên DAIŞ’ê li hember hêzên me yên li taxa Ezîziyê êrîşek li dar xist. Piştî ku hêzên me bersiva tund da, êrîşa çeteyan şikest. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a di van êrîşan de nehat zelalkirin.