Kurê Serokê Komara Mahabadê Pêşawa Qazî Mihemed ku di heman demê de serokê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) ye, Elî Qazî Mihemed têkildarî rewşa dawî ya Rojavayê Kurdistanê, êrîşên komên çete yên girêdayî DAIŞ’ê li ser Kobanê, bangawaziya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) a ji bo Kantona Kobanê û herwisa rewşa tekoşîna gelê Kurd a li Bakur û Rojhilatê Kurdistanê ji ajansa DİHA’yê re nirxand. Di 67’emîn salvegera damezirandina babê xwe Pêşawa Qazî Mihemedkuserokê Komara Mahabatê bû, Elî Qazî Mihemed di beşa duwemîn ya hevpeyvîna xwe de têkildarî şoreşa Rojavayê Kurdistanê, erêşên DAIŞ’êyên li ser Rojavaya û bi taybetiyên li ser Kantona Kobanê herwisa têkiliyên partiyên Kurdan û asta ku Kurd di sedsala 21I’an de gihiştiyê ji DÎHA re axivî.
Elî Qazî Mihemed têkildarî Rojavayê Kurdistanê û rewşadawî a êrîşên li ser Kantona Kobanê wiha axivî; “Ez gelek keyfxweşim ku gelê me li Rojavayê Kurdistanêd i encama şoreşekê de nirxên xwe yên netewî bidest xistine. Herwisa bi girtina bajar û navçeyên xwe û avakirina kantonan ez gelek keyfxweş bûm. Û hêvîdarim ev serkeftinên dîrokî li Rojavayê Kurdistanê bigehe asta herî bilind. Ez dixwazim Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê têkiliyên di navbera xwe de pêşbixin.”



Beşdarî berxwedana Kobanê bibin

Mihemed di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku, divê tevayî Kurd biçin tevlî berxwedana Kantona Kobanê bibîn û alikariya gelê xweyê di bin êrîşên komên çete yên DAIŞ’ê de bikin. Wiha dirêjî da gotinên xwe; “Mixabin di banga Yekîneyên Parastina Gel (YPG) a ji bo partiyên Kurdan de, navê Partiya Azadiya Kurdistan (PAK) derbas nebû.  Lê di vê derê de ya ji bo me girîng ewe ka, alikarî dayîna şoreşa Rojava û bi taybet bangawaziya YPG’ê a ji bo Kobanê erkeke li ser milê me tevayî Kurdan. Ji ber ku êrîşên bi armanca tunekirinêyên li ser Kobanêtên kirin hemû cîhan di zane ji aliyêkî jan hêzê ve tê kirin. Ew jî DAIŞ’e. DAIŞ li Rojavayê Kurdistanê, mal, milk, jin û namûsa Kurdan ji xwe re helal dibîne. Dijmintiya gelê Kurdê Rojava dike. Dixwaze destkeftiyên Rojavayê Kurdsitanê ji destê gelê Kurdan derbêxe. Lewra alikari dayîna Rojava li ser me tevayî Kurdan ferze û divê em ti caran nehêlîn dijminên me, Kurdan parçe bike. Pêwîste em Kurd fikrên xwe yên cuda danîn aliyekê û biçin alikariya gelê me yê Kobanê ku niha di nava berxwedanek bê hempa ya li dijî xwîn mêj û dijminê Kurdan DAIŞ’ê de ye.”


Elî Qazî Mihemed da zanîn ku li Bakurê Kurdistanê asta ku tekoşîna azadiyê a gelê Kurd gihiştiyê girîng, pîroz û dîrokiye. Wiha berfirehî da axaftinên xwe; “Weke tê zanîn li Bakurê Kurdistanê jî pêlên şoreşê ber bi armanca xwe ve diçin. Hêvidarimdi demek kurt de Bakurê Kurdistanê jî bi gehe azadiya xwe. Ji ber ku gelê Bakurê Kurdistanê her roj bised hezaran ji bo azadiya welatê xwe li ser piyanin. Di heman demê de bi hezaran kes ji bo azadiya gel û welatê xwe çalakiyên binirx û biwateyên weke greva birçî bûnê dikin. Ev ne tişte kasane û ji bo me ev berxwedana gelê Bakurê Kurdistanê cihê şeref û namûsê ye.”

‘Divê partiyhe Rojhilat bibin yek’

Her wisa têkildarî rewşa dawî a Kurdan li Rojhilatê Kurdistanê û giringiya yeketiya Kurdan li vê herêmê dîtinên xwe bi vî awayî anîn ziman; “Ez dixwazim partiyên Rojhelatê Kurdistanê bibin yek. Divê li ser fikra netewî û berjewendiyên netewî yeketiya xwe çêbikin. Eger em bikarîn vê yekê li Rojhilatê Kurdistanê pêş bixîn, emê bikarîn piştgiriyek mezin ji gelê xwe yê Rojhilat bigrin û emê di armancên xwe de bikarîn ser bikevîn. Di heman demê de eger partiyên Rojhilat li ser bingehê berjewendiyên netewa Kurdbûn yek wê di gelê me yê Rojhilat de hêviyek nû ya ji bo azadiya Rojhilatê Kurdistanê pêş bikeve. Dema ku em bûn yek, me yeketiya xwe ya netewî çêkir wê hêzên navnetewî jî me ciddî bigrin û wê alikariya me bikin. Ji ber ku em dizanîn hu kumeta Îranê di navnetewî de nayê pejirandin. Ti kes ji Îranê hes nake. Lewra dûbare dibêjim di rewşek wiha de eger em li Rojhilatê Kurdistanê bi karînyeketiyapartiyên Kurdistanî çêbikin, emê serkeftinên mezîn û dîrokî bi dest ve bînîn.


WEHBÎ DEMÎR/ALÎ DAGLÎ / DÎHA/HEWLÊR