Li Kobanê xelk li dijî êrîşên dewleta Tirk xwepêşandanek li dar xist. Di xwepêşandanê de xelk li dijî biryara Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê yên li ser Murat Karayilan, Duran Kalkan û Cemîl Bayik jî nerazîbûn nîşan da.
Xwepêşandan bi meşa li ber Qada Jina Azad dest pê kir û meş heta Qada Şehîd Egîd dewam kir.
Di mitîngê de wêneyên zaroka bi navê Sara Rifet Mistefa ku di encama êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser gundê Til Finder ê rojavayê Girê Spî de şehîd bûbû, hatin hildan. Hevserokê Meclisa Kantona Kobanê Mistefa Îto û yek ji rêveberên Kongreya Star Almaz Romî di mîtîngê de axivîn. Di axaftinan de êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser Kobanê û Girê Spî hatin şermezarkirin. Her wiha biryara DYE´yê ya li dijî her sê pêşengên tevgera rizgariyê ya Kurdistanê jî hatin şermezarkirin.
Saraya biçûk şehîd bûbû
Dewleta Tirk a dagirker di dawiya meha Mijdarê de êrîşî herêmên Bakurê Sûriyê û bi taybet kantona Kobanê û Girê Spî kir. Di encama wê de zerarên madî di mal û milkên welatiyan de çêbûn, her wiha du endamên hêzên Erka Xweparastinê û zaroka bi navê Sara Rifet Mistefa şehîd bûn.
ANHA/KOBANÊ