Li bajarê Elmanyayê Koblenzê di çarçoveya hefteya navneteweyî de, îna bihurî Êvara Çanda Kurdî bi rê ve çû. Di çarçoveya çalakiyê de pêşangeha Amele Can a berhemên mîmariya dîrokî ya Kurdistanê jî hebû. Organîzasyona vê beşa çanda navneteweyî jî Navenda Çandê ya Navneteweyî (IKZ e.V.) a li Koblenzê bû. Rêvebera komeleyê Nezahat Şîmşek malavahiya mêvanan kir û got, şeva bi dîmenên ji çanda Kurdan bibe munasebet ji bo hevnasîna çandên cihê û xwest ku rayedarên bajêr jî bi erka xwe rabin ji bo jiyaneke bajêr a pirr çandî, aştiyane û têr diyalog.
Şaredarê bajêr ê Koblenzê, David Langner jî ji mêvanên re axivî ku ji komên cihê ên koçberan, Kurd û her wiha gelek Elmanan dihatin pê. Wî kêfxweşiya xwe ji êvara çandê îfade kir û got, ew ê di meseleyên berbihevve hatina çandên cihê de ya ji destê wî tê, bike.
Di çarçoveya şevê de hunermend Memo bi bilûr û tembûrê ji muzîka Kurdî awazên entrumental pêşkêş kirin. Dr. Lokman Turgut jî li ser dîroka Kurdistanê gotarek pêşkêş kir. Di gotarê de îşaret bi pirsgirêka Kurd jî hate kirin û hat gotin, heta ku li Tirkiyeyê dewlet neçarî guhertina destûrî neyê kirin, êrişên li dijî tevahiya Kurdistanê bi rengê tinekirin û qirrkirinê wê dewam bike, lewma komara Tirkiyeyê bi xwe li ser tinekirina nasnameyên ne Tirk û nexasim jî ya Kurd ava bûye.
KOBLENZ