Piştî ku gundê Koço yê Êzîdiyan ji çeteyên DAIŞ’ê hat paqijkirin, li gund goreke komî ya tê de hezar û 500 cenaze hene, hat dîtin.
Li gundên Êzîdiyan yên ku bi hemleya bi navê ‘Şehîdên Şengalê’ ji aliyê mîlîsên Heşd el-Şebî ve hat destpêkirin, hatin rizgarikirin, hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê jî derket holê. Berdevkê Çapemeniyê yê Heşd el-Şebî, Esaf, diyar kir ku piştî ku gundê Koço ji çeteyan hat paqijkirin, goreke komî ya tê de cenazeyî hezar û 500 kesî heye, hat dîtin.
Li gundê Koçoyê yê ku sala 2014’an ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hat dagîrkirin, komkujiya herî mezin a li dijî Êzîdiyan hatibû kirin. Li gundê xwedî serjimareke 4 hezarî, hîna jî eqûbeta gelek kesî jî ne diyar e.
ŞENGAL