
Ciwanên ku li Kolana Hunerê ya Ofîsa Amedê stran digotin, ji aliyê polîsan ve rastî astengiyê hatin. Li Kolana Hunerê ciwan rastî eleqeyek mezin tên. Lê ciwanên stranan dibêjin ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Hunermendên gitarist, kemanist û ciwanên li kolanê zîv, aksesuar difirotin ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Polîsên ku hatin kolanê bi hinceta “Destûra Walî tine” ciwan asteng kirin û destûrê nadin wan li kolanê xebatên xwe bikin. Lê dîsa jî ciwanan xebatên xwe berdewam kirin.
AMED