Li bazara navçeya Xurmal a ser bi Helebceyê, koma Şanoya Xurmal şanoyek bi navê ‘Êdî bila Helebce negirî’ nîşan da. Şano rastî eleqeyeke mezin a welatiyan hat.
Doh ji bo bibîranîna şehîdên kîmyabarana Helebceyê, li navçeya Xurmal a Helebce, şanoyek hate nîşandan. Şano ji aliyê xelkê navçeyê ve rastî eleqeyeke mezin hat.
Derhênerê şanoyê got, ev 31 sale ew di şînê de ne. Wî herwiha diyar kir ku ew bi vê şanoyê dixwazin êdî Helebce negirî.
ROJNEWS / XURMAL