Xwendekarên konbajarên Suphî Nejat Agirnasli, Rojava, Kobanê, Kader Ortakkaya, Şehîd Gelhat, Arîn Mirkan îro ketin ezmûnê. Ji bo ezmûnê hem di nava malbatan de hem jî di nava zarokan de kelecanek mezin hebû. Ezmûn li hemû konbajaran de saet 09:00’an de dest pê kir û saet 10:00’an de jî bi dawî bû.
Mamosteyê zimanê Kurdî ya di dibistana Ehmedê Xanê ya li konbajarê Rojava Rodîn Mihemed de got ku piştî perwerdehiya 3 mehan ezmûnek pêk anîn û wiha axivî: “Me îro dest bi ezmûnan kir. Şagirtên me yên seretayî ne. Di mijarên wekî xwendin û nivîsandin, bîrkarî û wênesaziye de ezmûna wan tê çêkirin. Beriya hefteyekê me ji şagirtan re gotibû ku xwe amade bikin û îro me ezmûna xwe pêk anî.” Mamosteya zimanî Kurdî ya li konbajarê Suphî Nejat Agirnaslî mamoste Newroz û Almas Elî jî gotin armanca wan encama pêşketina xwendekaran diyarkirine. Mamoste Newroz wiha got: “Ev cara yekemîn e ku em ji zarokan re ezmûnê dikin ji bo hemû şagirtên xwe ez serkeftinê dixwazim.”

Mamoste Almas Elî ji got ku ji ber ku cara yekem e di zarokan de coşek mezin çêbûye û wiha pê de çû: “Bi rastî îro ji bo zarokan bûye şahiyek. Êdî dizanin ku dibistanên bi zimanê xwe çiqas xweşin. Bi rastî em jî pir keyfxweşin. Herî dawî em ê ji bo ku hest û ramanên xwe bînin ziman em ê nivîsekê ji wan bixwazin û em serkeftinê ji bo wan dixwazim.”

RIHA