Komîsyona Zarokan a Şengalê ya Êlihê ku girêdayî Kordînasyona Piştgiriya bi Şengal û Rojava ye, ji bo zarokên Şengalê ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê koçî Êlihê kirine, xebatek watedar a dibistanê ji bo zarokan dabû destpêkirin. Piştî Komîsyona Zarokên Şengalê xebatên vekirina dibistanan bi dawî kir, hemû xebat û karên dibistanê dewrî Şaxa Egîtîm Senê ya Êlihê kir. Ji bo zarokên Şengalê, li Konbajarê gundê li Qorixa navçeya Qubîna Êlihê, polên ji konên mezin pêk tên dibistan hate vekirin. 


Polên li gor teman

Polên dibistanê li gorî temenê zarokan hatiye vekirin. Zarokên temenê wan di navbera 4-6 polek, 7-12 polek û bi tevahî li 4 pol hatine vekirin. Li dibistana konbajarê dersên wek Kurdî, erebî, îngîlizî û matematîk, wêje, ola êzdiyatî, wêne, muzîk, tenduristî û drama tê dayîn. Li gel mamosteyên Şengalî, Şaxa Egîtîm Sena Êlihê jî mamosteyan li dibistanê peywîrdar kiriye û bi hevbeşî perwerdehiyê didin meşandin. 


‘Şengal namire’

Zarokên Şengalî bi dibistanê rewşa êrîşên çeteyan ji ser xwe diavêjin, ligel hemû dramayên dîtine jî bi serkeftî ne û bi dilxwestinek mezin beşdarî perwerdeyê dibin. Zarokên beşdarî perwedehiyê dibin jî di polên xwe de posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dowîzên xwe yên dilsoziya bi Şengal û Kobanê re jî ji xwe naqetînin. Xwendekarên Şengalî, di her rabûn û rûniştina ji ber mêvanên xwe ve dibêjin “Ya Melekê Tawiz şer û îmana me bi navê te ye” û “Şengal namire.” Di rojên nava hefteyê û dawiya hefteyê de jî zarok dersan dibînin da ku ji dersan li paş nemînin. Xwendekar û mamosteyan ji DÎHA’yê re axivîn û behsa dersên xwe kirin. 


‘Bila zarok ola xwe jibîr nekin´

Momosteyê ola êzdiyatiyê Xidir Xelef diyar kir ku ew mamosteyê ola êzidî ye û got ku wan hêj dibistanên xwe xelas nekiribûn ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê neçar mane koçber bibin. Xelef da zanîn ku armanca dersdayîna ola ezdî ew e ku zarokên êzdî ola xwe ji bîr nekin û got ku ji xwe li Şengalê dersa ola êzdî ji pola yekemîn heta dozdemîn dersa daîmî bû. Mamosteya waneya wêneyan Medya Silo jî destnîşan kir ku ew çêkirina wêneyan daxwaz dikin ku zarokên wan zilma li ser wan pêk hatiye ji ser xwe biavêjin û got ku xwendekarên wê herî zêde wêneyên Laleş, Melekê Tawiz û Şengalê çêdikin. 


‘Bila zarok asîmîle nebin’

Mamosteyê dersa Kurdî Zêdan Xelef jî anî ziman ku armanca wan ew e ku zarokên civaka êzidî zimanê dayika xwe ji bîr nekin û got ku dersdayîna Kurdî li hember pişaftina zimanê erebî ye. Xelef diyar kir ku zarokên wan di aliyê zimanê kurmancî de pir bi serkeftî ne û got ku ew ê destûr nedin ku zarokên wan bên asîmîlekirin. Xwendekarê bi navê Eyad Êzidî jî da zanîn ku daxwaza wan sereke ew e ku bi zimanê dayika xwe baş fêr bibin û got ku dixwazin bi perwerdehiyê rewşa ne baş ji ser xwe biavêjin. Êzidî anî ziman ku ew demek beriya demekê dixwazin vegerin Şengalê û li wir perwerdehiya xwe bidomînin. 


‘Zarok serkeftî ne’

Xwendekara bi navê Ranya Brahîm jî da zanîn ku bi alîkariya vê perwerdehiyê zimanê xwe li pêş dixin û got ku wan gelek bêriya Şengalê kiriye dixwazin vegerin. Gerînendeyê dibistanê Celal Xêro Bedel jî destnîşan kir ku ew li Şengalê jî mamoste bû û got ku piştî fermana bi serê wan de hatiye hatine kampê lê nêrîne ku zarokên wan bê perwerdehî nabin û ji ber vî awayî zarokan perwerde dikin. Bedel got ku serkeftina asta perwerdehiya zarokên wan li Şengalê jî û li vir jî wek hev in. 


BÎLAL GULDEM/DIHA/ÊLIH