Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku di operasyona li Mûşê de 5 eskerên dewleta dagirker a Tirk hatine kuştin. HPG’ê wekî dan da zanîn ku li Licê 2 kesên kontra hatine cezakirin. HPG li Geverê jî der barê kesê bi navê Sadik Pala de xelk hişyar kir. Navendê diyar kir ku li Dersimê welatparêzê bi navê Ercan Pala ji aliyê dewleta Tirk hatiye qetilkirin û li Başûrê Kurdistanê jî di êrîşên hewayî de sîvîl bûne hedef.

HPG´ê da zanîn ku 23’ê Tîrmehê destê sibehê artêşa Tirk a dagirker li qada Şehîd Êrîş a li Başûrê Mûşê operasyon daye destpêkirin û heman rojê esker danîne qadên Kerenganê, Zovangê û Geliyê Mêmeka ya Pasûrê ya bi ser Amedê. HPG´ê got, 26’ê Tîrmehê esker li girên Serê Spî, Berbihîv, Tarkûş û 15’ê Tebaxê hatine bicihkirin, gerîlayan heman rojê sibehî li yekîneyeke dijmin xistiye û herî kêm 5 eskerên Tirk kuştine, yek jî birîndar kirine.


2 kontra hatin cezakirin

HPG´ê wekî din da zanîn ku li Goma Hecî Cemîl a Licê ya ser bi Amedê 2 kontrayên bi navê Omer Demîrbaş û Mûsa Demîrbaş ên ku bi artêşa Tirk a dagirker re dixebitîn, ûserkêşiy operasyonan dikir, û di şehadeta gerîlayên de rola wan hebû, 14’ê Tîrmehê hatine cezakirin.

HPG´ê nûçeya şerê taybet a Tirk a 21’ê Tîrmehê li ser qaşo şeîdkirina 6 gerîlayan û teslîmbûna gerîlayekî derewand û parçeyekî şerê psîkolojîk ê dewleta Tirk li dijî gelê Kurd nirxand.

HPG´ê da zanîn ku 26’ê Tîrmehê kesekî bi navê Baran Bager (Sadik Pala) li Geverê teslîmî eskerên dagirker bûye û gelê herêmê li hemberî vî kesî hişyar kir.

HPG´ê li ser êrîşên hewayî yên dewleta Tirk ên 30’ê Tîrmehê li nêzî gundên Zêvê û Karê yên Başûrê Kurdistanê jî got, kesên sîvîl ên li ser çemê Zê masî digirtin hedef hatine girtin. Di vê êrîşê de du wesaît îmha bûne û sivîlek jî birîndar bûye.

HPG´ê ragihand ku di êrîşa bi topan a 28’ê Tîrmehê li dijî Geliyê Pisaxa ya Heftenînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê de 2 wesayîtên sîvîlan îmha bûne û 6 sîvîl jî birîndar bûne.

HPG´ê li ser şerê 19’ê Tîrmehê li Geliyê Harçîkê yê Dersimê ku tê de 5 gerîlayan jiyana xwe ji dest dabû, jî got. “Hêzên dagirker bi helîkopteran bombe li ser qadê barandibûn û li vê derê welatparêzê bi navê Ercan Guneş ê ji gundê Vankokê qetil kiribû. Ercan Guneş ji bo gel û doza xwe ked dabû û tevlî nav karwanên şehîdan bûye.” 


6 pakrewanên din ên gelê Kurd

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 6 gerîlayên ku li Amed û Colemêrgê jiyana xwe ji dest dayî, eşkere kir. 

HPG’ê nasnameyên gerîlayên 13’ê Tîrmehê li Amedê û 6’ê Tîrmehê li Çelê ya Colemêrgê jiyana xwe ji dest dayî wiha eşkere kir:

Agît Simko (Yusuf Reşîdî) yê li Bane ji dayik bûyî 13’ê Tîrmeha 2017´an li Amedê jiyana xwe ji dest da; Bager Felek Kop (Vedat Yilmaz) ê li Mûşê ji dayik bûyî 13’ê Tîrmeha 2017´an li Amedê jiyana xwe ji dest da; Serhat Baz (Yakûp Tataş) ê li Mersînê ji dayik bûyî 13’ê Tîrmeha 2017´an li Amedê jiyana xwe ji dest da; Serhildan Mahîr (Mehmet Reşît Tûnç) ê li Edene ji dayik bûye 13’ê Tîrmeha 2017´an li Amedê jiyana xwe ji dest da; Aşkan Eftelya (Sevdîn Dik) yê li Wanê ji dayik bûyî 6’ê Tîrmeha 2017´an li Colemêrgê jiyana xwe ji dest da; Şiyar Serxwebun (Abdulsamet Aktan) ê li Êlihê ji dayik bûyî 6’ê Tîrmeha 2017´an li Colemêrgê jiyana xwe ji dest da


 ANF / BEHDÎNAN