Ligel gotinên Serokwezîrê Tirk Erdogan heta sala 2010'an tu gund bê av namînin bû xeyal û di sala 2012'yan de gundî bi bîdonan havîn û zivistanê ji rûbar û kaniyên ji gundan dûr avê dikêşin. Kêşandina avê zivistanê ji ber sermayê havînê jî ji ber germê vedigere îşkenceyê. Gundiyan diyar kir ku jiyana wan piranî di riya avê de diçie û xwestin ku êdî pirsgirêka avê çareser bibe.
Jina bi navê Leymun Arslan, diyar kir ku bi salane bi bîdonan ji kaniyan avê dikêşin û xwest ku îşkenceya avê bi dawî bibe. Arslan, da zanîn ku sozên hikûmeta AKP'ê dayîn heta niha tu yek bi cih neyna.
Sekreterê Îdareya Taybet a Bajar a Mûşê Şehmus Yentur diyar kir pirsgirêka avê ji ber pirsgirêkên burokratîk çaresernekirin û xwest ku em ji walîtiyê nêrînê bigirin. Qeymeqamê Kopê Ferît Gorukmez jî wiha got: "Ev gund pirsgirêka avê dijîn, ava wan tuneye. Nêzî 1,5 mîlyon budçe hatiye cudakirin. Lê hêj me av neyna ye. Ji ber ku Meclîsa Giştî ya Bajar erênekir em avê nikarin bînin." Gorukmez, sedema neçareseriya pirsgirêkê jî BDP nîşan da.
Serokê Meclîsa Giştî yê Mûşê yê BDP'î Muhsîn Yîgît jî diyar kir ku rayedar naxwazin pirsgirêka avê çareser bikin. Yîgît, anî ziman ku walîtiyê û îdareya taybet a ku dixwazin avê jê bînin heke pêk bê dê 3 gundên din jî bê av bimînin. Yîgît, da zanîn ku ji ber vê yekê projeya wan guncav dît wan erê nekir. Yîgît, anî ziman ku ji bo çareseriyê divê ji aliyê Milazgirê avê bê lê vê carê jî walîtiyê qebûl nekir.
DÎHA/MÛŞ