Kurdistaniyên li bajarê Rûsya Krasnadarê û Komara Adigey’ê dijîn, di şahiya cejna Newrozê de hatin cem hev. Di şahiya ku li salona Mala Çandê ya Jelezdorojnîkov hat li darxistin de ji neteweyên din jî gelek kez amade bûn. Şahî ji hêla Otonomiya Çanda Kurd a bajarê Krasnadar û Otonomiya Çanda Kurd a Agirî ya Adigey ve hat organîzekirin. Şahî ji bo cangoriyên Kurdistanê bi yek rêzgirtinê despêkir.  Piştî rêzgirtinê nameya Rêberê Gelê Kurd Kurd Abdullah Ocalan a ku ji bo Neworza Amedê şandibû hat xwedin. Piştî nameyê sînevîzyona ku cejna Newrozê vedibêje hat temaşekirin.

Li dû wê Serokê Otonomiya Çanda Kurdan a Bajarê Krasnadar Îşxan Ankosî û Serokê Otonomiya Çanda Kurdan a Agirî ya Adigey Feyzo Huseyîn li ser wate û girîngiya rojê axaftin kirin. Di axaftinan de cejna Newrozê li tevahiya gelê Kurd hat pîroz kirin û berxwedana YPG ya Kobanê jî hat silavkirin. Her wiha ji şaredariya û meclîsa bajarê Krasnadarê jî gelek rayedar beşdarî şahiyê bûn.
Piştî axaftinan Kurdistaniyên beşdarî şahiyê bûn li ber stranên hunermend Rojda, Roja Azad, Barî, Evînar, Koma Sêbira û Koma Folklorê a Kulîlkên Kurdistanê govend gerandin û Newroz pîroz kirin.

KRASNADAR