
Li kolanê distirê
Yazgi li Êlihê di saetên êvarê de muzîka kurdî ji bo welatiyan pêşkêş dike. Yazgi, her êvar li ber fîgûra mûzîkê ya li hember Sînemaya Yilmaz Guney, derdikeve û li gel gîtara xwe stranên kurdî dibêje û bala welatiyan dikişîne. Lê balkêşe Mesut Yazgi yê ku li bajarên Tirkiyê rastî tundiya polîsan û zabitayan tê, li Êlihê jî rastî astengiya zabitayan hat. Li ser hişyariya zabitayan Yazgi, neçar ma ku dawî li vegotina stranan bîne.
Armanc belavkirina mûzîkê ye
Mesut Yazgi, tekîldarî karê xwe yê muzîkê agahî da. Yazgi, bi bîr xist ku ev heft sale li kûçeyan û kolanan stranan dibêje û wiha got: “Min li Stenbolê dest bi karê mûzikê kir. Lêxistina muzîka kurdî ya li kuçeyên metropolan a ku dikeve rewşek berfireh, min xwest ez werim li Kurdistanê jî vê çandê bi gelê xwe re bidim parvekirin. Min di gera xwe ya Kurdistanê de ewil li Amedê destpêkir. Ez pişt re çûm bajar û navçeyên din ên Kurdistanê. Heta carna diçûm gundan jî min mûzîk çêdikir. Muzîka kurdî ya li derve tê çêkirin pir xweş û bi bandor e.”
Şêweyê dengbêjî û derwêşan
Yazgi, destnîşan kir ku mûzîka kûçeyan a kurdî li ser gelê heremê bi awayekî cidî bandor dike û wiha got: “Bi taybetî ji ber ku ev muzîk bi kurdî ne gelek eleqeya welatiyan û civakê dikişîne ser xwe. Muzîka ku ez lêdixim û dibêjim, li hember çanda kafeyan, muzîka tirkî û kurdî ya li mekanan tên gotin, alternatîfek e. Muzîka li kûçeyan bêtir bala gel dikişîne. Ji ber ku li heremê cara yekem ev mûzîk tê çêkirin rastî gelek eleqeyek zêde tê.”
Tehemula Kurdî nakin
Yazgi, destnîşan kir ku ji ber mûzîka kurdî vedibêje gelek caran li Stenbolê rastî tundî û êrîşên polîs, nijadperest û zabitayan hatiye û wiha got: “Polîs û zabita li gel ku hişyarî nedikirin jî bi şîdeta xwe dijwar êrîşî min kirine. Gelek caran li min heqaret jî kirine. Li ser heqeratê jî bi hînceta “Qanuna biqebehetî” vegotina mûzîka min asteng kirine. Ev astengiyên wan bi zanebûn li hember zimanê kurdî ye. Bê tehamûliya ziman û stranên kurdî ye.”
DÎHA/ÊLIH