Li Amed, Êlih, Mêrdîn, Îzmîr û Aydinê, bi wesîleya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê civîn hatin lidarxistin û ji bo xwedîderketina li Kurdî bang hatin kirin.

Li Amedê Platforma Zimanê Kurdî li oteleke li navçeya Sûrê civîneke çapemeniyê li dar xist. Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz, parlamenterên HDP’ê Îmam Taşiçer, Nûsrettîn Maçîn û nûnerên 9 partiyên Kurd tevlî civînê bûn.

Berdevkê platformê Şerefhan Cizîrê hişyar kir û xwest Kurd li malê, kolanan û her qada jiyanê bi Kurdî biaxivin.

Guven jî ji bo parastin û pêşvebirina Kurdî bang kir û destnîşan kir ku divê saziyên Kurd jî zimanê xwe yê ragihandinê bikin Kurdî.

Li Batmanê jî endamên Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a HDP’ê li avahiya HDP’ê ya bajêr daxuyanî dan çapemeniyê. Tevî jinên HDP’î û TJA’yî her wiha hevşaredar jî tevlî bûn. Endama Meclîsa Şaredariya Bajarokê Bekirxanê Gulistan Sonik axivî û bal kişand ser girîngiya axaftin û nivîsandina bi Kurdî.

Rêxistina HDP’ê ya Mêrdînê jî civîneke çapemeniyê li dar xist. Hevseroka HDP’ê ya Bajêr Perîhan Agaoglû got, “Desthilatdarî dixwaze zimanên vê xakê bi polîtîkayên zordar û faşîst tine bikin.”

Li Îzmîr û Aydinê jî daxuyaniyên çapemeniyê

Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ya Îzmîrê jî daxuyanî da çapemeniyê û bang li her kesî kir ku bi rêzdarî nêzî zimanê dayikê bibin.

Di daxuyaniyê de zîhniyeta qedexekar a AKP’ê ya li ser çand, ziman û baweriyan hate bibîrxistin û hate gotin, astengkirina perwerdeya bi zimanê dayikê yek ji binpêkirina herî mezin a mafên mirovan e.

Rêxistina HDP’ê ya Aydinê jî li ser heman mijarê civîneke çapemeniyê li dar xist. Hevseroka HDP’ê ya Aydinê Ayşenûr Vaîzoglû got, “Li vê erdnîgariyê hewl tê dayin ku zimanên cuda bi qedexe û asîmîlasyonê bên tinekirin.”

 

NAVENDA NÛÇEYAN