Dewleta Tirk di hilbijartinên cihî de doh li seranserê Kurdistanê ji bo ku şaredariyan bidize her rêbaz ceriband. Li Şirnex û gelek deverên din ên Kurdistanê hêzên dewletê êriş kirin hilbijêran, polîs û eskeran jî dengê mukerer bi kar anîn.

Li Kurdistanê, li gelek deveran AKP´ê polîs û esker bi kar anîn ji bo ku dengên tekrar bidin. Wekî din gelek hilbijêr ji deveran barkirin bajarên Kurdistanê. Vê carê dewletê rê li ber şandeyên çavdêr jî girt û li gelek deveran ew nehewandin, heta hin jê jî destgîr kirin. Li gelek deveran jî polîs anîn ser sindoqan ji bo muşahidên HDP´ê ji ser sindoqan bi dûr bixin. Li sêrtê jî polîs ji parlamenterê HDP´ê re got, tu parlamenterê terorîstan î.

Polîsan endamên heyeta ji Îtalyayê, Sonia Helene Rosset û Noemi Colombo yên ji bo şopandina hilbijartinê çûn Navçeya Amedê Hênê, destgîr kirin.

Li ser daxwaza HDP´ê, gelek heyet ji Ewrûpa çûn Tirkiyeyê û hilbijartin şopandin. Heyeta Ewrûpayê ya ji Îtalyayê çûyî Amedê, li navçeya Hênê hatin destgîrkirin. Polîsan endamên heyetê Sonia Helene Rosset û Noemi Colombo yên ji bo şopandina hilbijartinê çûn Hênê birin Midûriyeta Polîsan a Hênê.

  [gallery ids="170269,170270,170271"]  

Ne demokrasî lê polîs dipeyive

Li Sêrtê dana dengan û çûyîna ser sindoqan, dewam dike. Li Dibistana Seretayî ya Halîde Kutlualp di dema dengdayînê de di navbera cerdevan û erkdarên sindoqê yên HDP’yî de minaqeşeyê rû da. Dema parlamenterê HDP'ê Sidik Taş navcîti kir û xwest rewşê aram bike; lê polîsan nerazîbûn nîşan da. Polîsekî ji parlamenterê HDP'ê  Siddik Taş re got, "Tu ne wekîlê me yî. Tu wekîlê terorîstan î."

Nîvê şevê YSK li dijî Kurdan jixulî

YSK'ê li ser daxwaza Walîtiya Amedê şev nîvê şevê biryar da ku li taxa Koçkar a Pasûra Amedê cihê sindoqan biguherîne.

Lijneya Hilbijartinê Ya Bilind (YSK) şevekê beriya Hilbijartina Rêveberiya Herêmî ya 31'ê Adarê, li ser daxwaza Walîtiya Amedê biryar da ku cihê sindoqan biguherîne. YSK'ê di 22'ê Sibatê de biryar dabû ku bi hinceta ewlehiyê li gorî xala 2019/1366'an sindoqên taxa Koçkar a Pasûrê sewqî taxa Aygan / Malên Kom ên Aygunê bike. YSK’ê li ser daxwaza Walitiya Amedê biryara berê dayî, guhert. YSK'ê şeva 30'ê Adarê bi biryara duyemîn a hêjmar 2019/1762'an biryara veguhestina sindoqên taxa Koçkar ji bo taxa Aygun / Aygun Kume Evleri rakir û ji bo welatî dîsa li taxa Koçkarê dengê xwe bidin.

Polîsan ji xwe re û tekrar deng dan

Ji bajarên mîna Mêrsîn, Edene, Antalya û Konya dewleta Tirk polîs veguhestin navçeya Rihayê Xelfetiyê. Bêyî ku belgeya jimara 142’an a polîsan hebe, van polîsan deng da. Li Gundê Hîlali yê navçeyê ji ber dengên eşkere hatin dayîn, dengdayîn hat rawestandin.

Bi giştî 3 hezar û 187 hilbijêrên veguhetî Xelfetiyê doh danê sibê dengê xwe dan. Hat dîtin ku gelek polîsên hêza destwerdana bûyerên civakî, ji Mêrsînê anîn Xelfetiyê di sindoqa jimara 1094’an a li Lîseya Anadoluyê dengên xwe bi kar anîn. Di şertên asayî de divê polîs bi belgeya Jimara 142’an fermî dengên xwe bi kar bînin. Lê polîsên dengên xwe bi kar anîn yek jê jî ev belge bi kar neanî.

Qeyûm HDP´yiyan kirin der

Li navenda nevçeya Xalfetiyê jî, otobusên polîsan ên zirxî geriyan. Qeyûm Şeref Albayrak li dibistanan geriya û xwest ku wezîfedarên HDP’ê yên li ser sindoqan derxin derve.

Li gundê Hîlali yê navçeya Xelfetiyê jî di sindoqên jimara 1049 û 1050’an de dengên eşkere hatin bikaranîn. Wezîfedarên HDP’ê yên li ser sindoqan mudaxeleyî rewşê kir. Di navbera HDP’yî, polîs û AKP’iyan de nîqaş derket. Nîqaş dirêj bû û parêzer ketin dewrê. Parêzeran got divê dengên vekirî hatine bikaranîn bên betalkirin.

Li şûna gundiyan eskeran deng da

Hat diyarkirin ku li gundê Koperî yê navçeya Bismilê jî, fermandarê qereqolê “dengên eşkere” li ser gundiyan ferz kir, gef li gundiyan xwarin û got, “Hûn ê dengê xwe tenê bidin cihekî. Yan jî ez ê ji dêvla we dengê we bi kar bînim.”

Fermandarê qereqolê pêr bi şev çû gundê Koperî yê Bismila Amedê û “dengên vekirî” li gundiyan ferz kirin. Wî her wiha xwest ji dêvla gundiyan, esker deng bidin.

Şêniyekî gund û peywirdarê sindoqa gund, ragihand ku fermandarê qereqolê hatiye gund, “dengên vekirî” li gundiyan ferz kiriye û gotiye: “Hûn ê dengê xwe tenê bidin cihekî. Yan jî ez ê ji dêvla we raya we bi kar bînim. 4-5 meh in ez li vir im. Lê hûn tim li vir in.”

Eskeran zext li gundiyan kir

Li gundê Osyan ê Sêrtê jî eskerên Tirk zextê li gundiyan kir da ku bi rengekî eşkere dengê xwe bidin AKP'ê. Gundiyan nerazîbûn nîşanî vê zextê da û di navbera gel û eskeran de rageşiyê rûda.

Gava ku nûçeya me dihat amadekirin, li Şirnexê di dema hilbijartinê de polîs û eskeran nedihişt ti kes nêzî dibistanên jimartina dengan bibin. Li Dibistana Sereke ya Îstîklalê, polîsan kesên li baxçeyê disbitanê rawestiyayî bi zorê derxistin.

 

NAVENDA NÛÇEYAN