Li Kurdiya li ser qebrê jî xwe ranegirtin

Haberleri —

CEMIÎL UGUR / MA/MÛŞ

Serokê Rêxistina BDP’ê yê Bajarokê Lîzê ya navçeya Kopa Mûşê Aydin Kaya di 6’ê Hezîrana 2012’an de li zindana Mûşê bi sekteya dil şehîd bû. Li ser kêlika gora Kaya nivîsa “Em te ji bîr nakin” hatibû nivîsandin. Li ser daxwaza dozgeriyê di 29’ê cotmehê de esker çûn goristanê û kêlika gora Kaya şikandin û li gel xwe birin.

Birayê Kaya, Huseyîn Kaya nerazîbûn nîşan da û got, Ji mirina birayê wî dewlet berpirsiyar e û dema birayê wî di çileya 2012’an de tê binçavkirin di nezaretxaneyê de nexweş dikeve.

Parlamenterê HDP’ê yê Mûşê Mensûr Işik jî got, esker li ser fermana dozgeriyê çûne kêlika gorê şikandine û jixwe lêpirsîna ji bo mirina Kaya jî nehat kirin, biryara  neşopindinê hatibû dayîn.”

Işik êriş weke êrişeke li dijî Kurdî destnîşan kir û got, welatiyên kurd ên bi kurdî diaxivin êrişî wan tê kirin û tên kuştin.

Aydin Kaya kî ye? 

Aydin Kaya di sala 1981’an de li Bajarokê Lîzê hat dinê. Di sala 1995’an de li beşa Elektrîk û Elektronîk a Zanîngeha Yuzuncu Yila Wanê xwend. Di sala 2009’an de bû Serokê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) a Bajarokê Lîzê. Di 16’ê çileya 2012’an de hat binçavkirin û piştî 3 rojan hat girtin û ew şandin Girtîgeha Mûşê. Di 6’ê hezîrana 2012’an de bi sekteya dil şehîd bû. Bi beşdariyek zêde ya gel cenazeyê wî li Goristana Lîzê hat veşartin. Kaya zewicî bû û bavê 2 zarokan bû.

paylaş

Haberler


   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.