Gerîlayên HPG û YJA Starê li dijî hêzên Tirk ên dagirker, li herêmên Barzan û Bradostê yên Başûrê Kurdistanê çalakiyên berfireh kirin. Li her du herêman herî kêm 43 leşkerên Tirk hatin kuştin. Nasnameya çawişekî pispor ê hate kuştin, eşkere bû.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla yên vê dawiyê daxuyaniyeke nivîskî weşand. HPG´ê got, “Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de” gerîlayan li herêmên Bradost û Barzanê yên li Başûrê Kurdistanê û li Colemêrgê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyên berfireh kirine. Daxuyaniyê kite bi kite wiha agahî li ser çalakiyan dan:

Li Barzanê 5 esker hatin kuştin

“21’ê Gulanê saet 06:30’î hêzên me li dijî yekîneyeke dijmin ku demeke dirêj girê Şikêr ê nêzî Tepê Xwedê yê li herêma Barzanê kontrol dikir, çalakiyek kir. Ji nêz ve derbên giran li yekîneya dijmin hatin xistin û 5 esker hatin kuştin.

Li Lêlikanê çeper û stargeh ji eskeran re nebûn star

Hêzên me heman rojê saet 15’an li dijî artêşa TC a dagirker a li girê Lêlikanê yê herêma Bradostê bi cih bûbû, çalakiyeke berfireh kir. Hêzên me ji 7 baskan ve li girê ku dijmin li ser bû gule reşandin. Bi qasî ku hate tespîtkirin 23 eskerên dijmin hatin kuştin, gelek esker jî birîndar bûn. Hêzên dagirker piştî çalakiyê bi gelek wesayitan kuştî û birîndarên xwe rakirin derdora gundê Lêlikanê.

Evdalkovî bû mezelê dagirkeran

Hêzên me saet 17’an jî li eskerên dagirker ên li ser girê Evdalkovî yê li herêma Bradostê xistin. Hêzên me bi lêdana derbên giran bi ser çeperên dijmin ve çûn û derbên xurt li gelek çeperên dijmin xistin û rûxandin. Di vê çalakiyê de çawişekî pispor ê bi navê Hasan Alî jî di nav de 15 eskerên dijmin hatin kuştin. Hêzên me ku bi rengekî fedayî bi ser çeperên dijmin ve çûn, çekek BKC, cîhazeke ragihandinê ji ser cenazeyên dijmin rakirin û gelek alavên eskerî îmha kirin.”

Dagirker di qereqolan de asê man

HPG´ê li ser çalakiyên li bakurê Kurdistanê jî got, gerîlayan 21’ê Gulanê saet 10:30’î,bi çalakiyeke suîqestê li qereola Şikêr a li navçeya Çelê ya Colemêrgê eskerekî Tirk ê dagirker kuştiye. 22’ê Gulanê danê sibehê jî gerîlayan derbên giran li çeperên eskerên Tirk ên dagirker ên li ser girê Koordîne yê li navçeya Çelê ya Colemêrgê xistin, lê hejmara eskerên kuştî nehate tespîtkirin.

HPG´ê wedî din da zanîn ku 21’ê Gulanê nîvrojê, gerîlayên YJA Starê li qereqola Erbo ya li navçeya Hawêl a Sêrtê eskerekî Tirk bi çalakiyekê kuştiye.

Li aliyê din HPG´ê got, Artêşa Tirk a dagirker bi desteka kontrayan li geliyê Kesrê yê li navenda Bedlîsê daran dibirre û rêya ewlekariyê çêdike, tevî ku wan ev kes hişyar kirine, jî wan guh nedaye hişyarkirinê. Li ser vê yekê jî gerîlayan 21’ê Gulanê nîvrojê bi çalakiyekê kontra kirin armanmca çalakiyeke xwe lê encamên çalakiyê nekarîn bên zelalkirin.

ANF/BEHDÎNAN