Li herêma Sîdekanê ya Başûrê Kurdistanê di çalakiyên gerîla de herî kêm 4 leşkerên Tirk hatine kuştin. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser detayên çalakiyan ev agahî dan:”Roja 5’ê Kanûnê li herêma Sîdekanê ya Başûrê Kurdistanê, li dijî artêşa dagirker a li ser girê Lêlîkanê, hêzên me çalakiyek pêk anîn. Derbên giran li çeperên dijmin ên li ser gir hatin xistin û di encamê de çepereke dijmin hate rûxandin, 4 esker hatin kuştin.Hêzên me heman rojê careke din li leşkerên li ser girê Lêlîkanê xistin. Di vê çalakiyê de ku derb li çeper û stargehên dijmin hate xistin, kuştî û birîndarên dijmin çêbûn, lê agahiyeke zelal bi dest neket.

Êrişên hewayî

4’ê Kanûnê artêşa Tirk a dagirker bi balafiran derdora gundê Şêlazê yê bajarê Zaxoyê yê Başûrê Kurdistanê bombekir. Ji ber bomberdûmanê zerar li dehl û rezên gundiyan bû. Ti zerar negihişt hêzên me.”

 

ANF/BEHDÎNAN